ROJEVA 12'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdîn koxuşên jinan her roj bi rastî serdegirtinên gardiyan û leşkeran tên. di dema serdegirtinan de kulîlkên ku girtiyan çandine jî wek 'faliyeta rêxistinî' tê nirxandin û cezayê dîsîplînê tê dayîn.

* Li Sêrtê zivistan dijwar derbas dibe, jin sebzeyên li baxçeyên xwe gihandine hişk dikin û dest bi amadekariya zivistanê dikin.

*Helbestkar Nazim Hîkmet di helbeta xwe ya 'Basîvanê Japon de' encama bombeya atomê ya di duyemîn şerê cîhanê de avêtin Japonyayê vedibêje û tiştên ku vegotibûn yek bûyereke ku dişibe wê di serî de li Rojhilatê Behrareş li Hopayê pêk hat. Bêguman nedizanî wê tiştek wisa li cihê ku ew jî mabû bê jiyîn. Wê demê gelên Rojhilatê Behrareş bi gotina ' netirsin çay vexwin' kişandin nava komkujiya Çernobîlê. Gelê wê herêmê bi salane qêrîna karaseteke ku qet nesekinî berdewam dikin.

*Di 8 mehên ewil yên îsal de 70 karkerên jin jiyana xwe ji dest da. Ji Meclîsa Jinan a Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran Ozlem Uluca têkildarî vê de axivî û got li Tirkiyeyê ewlehiya karkeran gelek ne baş e. Ozlemê balkişand ser Qanûnan Karkeriya Kirê û got ev hemû wê bi berxwedana karkeran ji holê rabin.

*Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo bebekên ku hîna sala xwe tije nekirine yên bi navê Rojvan Çiya û Diyar ku bi dayikên xwe re li girtîgehê ne banga hestiyariyê kirin. Diyar hîna 9 meheiye û bi dayika xwe re 10 rojan di bin çavan de man û piştre dayika wî hat girtin û ew jî bi dayika xwe re ket girtîgehê. Rojvanê 5 mehî jî hîna bi şîrê dayika xwe tê xwedî kirin û di koxuşa 44 kesî de mezin dibe.

*Rahîme û Xezal li Mukusa Wanê dijîn. Temenê wan 70'ê derbas kiriye. çîroka wan bi gotina 'Ez zarok bûm hatin zewicandin' destpê dike. Dixwazin dersa ji çîroka wan dertê bi nifşê nû re parve bikin.

* BÎGK, bi şîara 'Jin di aştiyê de bi israrin:Em di esasa Tecrubeyên xwe yên Jiyanê yên Awarte' parve dikin de di 30'ê cotmehê de 6'emîn konferansa xwe pêk tîne.

* Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de Qada Rebe Emnî cihê kuştin û cezakirina gel bû, li wir jina bi navê Zehra Îcêlo ya serî li hember çeteyan hildayî hat recimkirin. Li çala ku lê hatî recimkirin darek şîn hatiye û gelê bajêr pê bawer dike ku ruhê Zehrayê û kesên hatine qetilkirin di wê darê de dijî.

*Li gorî rapora Rêxistina Cudakariya Zayendî ya Cîhanî, di encama lêkolînek de diyar kir ku, ji nav 142 welatên cîhanî de rêjeya başdariya jinan ya di qada aboriyê û siyasî de ji sedî 18'ye û hat gotin ku li Îran rewş ji salên bihorî xirabtir bûye.