'Çandina kulîlkê faliyeta rêxistiniye'
09:01
JINHA
MÊRDÎN - Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdîn koxuşên jinan her roj bi rastî serdegirtinên gardiyan û leşkeran tên. di dema serdegirtinan de kulîlkên ku girtiyan çandine jî wek 'faliyeta rêxistinî' tê nirxandin û cezayê dîsîplînê tê dayîn.
Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li girtiyên jin dîmenên 'kampa dîlgirtiyan' tê jiyankirin. Li gorî agahiyên ji girtiyan hatine girtin li girtîgehê binpêkirina mafan zêde bûye û hema hema her roj koxuş tên lêgerînkirin. Kulîlkên ku girtiyan çandibûn jî ji aliyê gardiyan û leşkeran ve hatin rakirin. Her wiha bi hinceta 'faliyeta rêxistiniye' lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.
Li zindana Mêrdînê xak, kulîlk, satil, sepet, qase û gelek alavên din qedexene. Her wiha ger ev li girtîgehê bên dîtin jî li girtiyan 2 mehan cezayê nameyê tê dayîn. Hat diyar kirin ku girtî dema diçin nexweşxane û revîrê jî rastî heqeretan tên û şert û mercên fizîkî yên girtîgehê jî roj bi roj xerabtir dibin.
Her wiha hat diyar kirin ku ji ber depoya ava girtîgehê bi zenge girtî bi nexweşiyên giran dikevin.
(zd/hu)