Ezmûna dewletê ya bi zarokên Rojvan û Diyar re
09:04
Esra Aydın-Ceylan Eraslan/JINHA
MÊRDİN - Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo bebekên ku hîna sala xwe tije nekirine yên bi navê Rojvan Çiya û Diyar ku bi dayikên xwe re li girtîgehê ne banga hestiyariyê kirin. Diyar hîna 9 meheiye û bi dayika xwe re 10 rojan di bin çavan de man û piştre dayika wî hat girtin û ew jî bi dayika xwe re ket girtîgehê. Rojvanê 5 mehî jî hîna bi şîrê dayika xwe tê xwedî kirin û di koxuşa 44 kesî de mezin dibe.
Li gorî daneyên wezareta karê hundir yên sala borî li Tiriyeyê ji 520'î zêdetir zarok bi dayikên xwe re li girtîgehê dimînin. Lê îsal tê texmînkirin ku ev hejdar derketiye du qatî. Du ji van zarokan Rojvan Çiya Baran yê 5 mehî û Diyar Komurcu yê 9 mehiye.
Dayika Diyar Ferîde Komurcu di 26'ê îlonê de li gundê Tilbisim a Dêrikê di serdegirtina malan de bi hevjînê xwe re hat binçavkirin. Ligel wê zarokê wê Diyar jî 10 rojan di bin çavan de ma. Her wiha Diyar di vê demê de li bedena wî bi dereya yekem şewitandin hebû. Dihat dermankirin. Niha Diyar di girtîgeha Mêrdînê de di şertên ne baş de tê girtin.
Rojvan Çiya Baran jî 5 mehiye û bi dayika xwe re hatiye girtin. Leyla Eleftoz ya bi hincetên derew hat binçavkirin şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
'Tenê dimije'
Leyla ji JINHA'yê re axivî û got ew di koxuşeke ku 40 kes tê de dimîne de ne û wiha got: "Ev şert û merc ne li gorî zarokin. Ji ber ez dimijînim nekarim li der bihêlim. Di binçavkirinê de zarokê min pir ezyet dît. Ez birim Amedê û ji wir birim Qoserê. Her tim zarok li pey min anîn."
Ez dixwazim di hawirek baş de mezin bibe
Leylayê got piştî ketiye girtîgehê wekê çare nemaye û zarok jî aniye cem xwe û wiha pê de çû: "Şertên vir ne başin. Niha divê xwarinên din jî ligel şîrê min bê dayîn. Lê ez li vir nekarim xwedî bikim. Wek dayikekê psîkolojiya min xera bûye. Di alî paqijiyê de jî pirsgirêk hene. Ez dixwazim dengê me bê bihistin û her kes bikevin nava tevgerê."
'Ji bo zarokên li girtîgehê azadî'
ÎHD'a Mêrdînê jî xwestin dayikên Rojvan û Diyar bên berdan û ji bo zarokên ku bi dayika xwe re girtîne azadî xwestin.
(hu)