Jin wê 'Tecrubeyên xwe yên Jiyanê yên Awarte' parve bikin
09:06
JINHA
STENBOL - BÎGK, bi şîara 'Jin di aştiyê de bi israrin:Em di esasa Tecrubeyên xwe yên Jiyanê yên Awarte' parve dikin de di 30'ê cotmehê de 6'emîn konferansa xwe pêk tîne.
Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê (BÎGK) bi şîara 'Jin di aştiyê de bi israrin:Em di esasa Tecrubeyên xwe yên Jiyanê yên Awarte' parve dikin de di 30'ê cotmehê de 6'emîn konferansa xwe pêk tîne. Konferans wê li Odeya Mîmaran a Karakoy ya Stenbolê pêk bê. Jin wê tecrubeyên xwe yên li pêvajoya bi OHAL'ê re pêk hatiye û tiştên bê kirin nîqaş bikin.
Di metna bangê de wiha hat gotin: "Demên zext û şîdet serdetse dîsa hat. Rewşa pergala hiqûq û demokrasiyê ji holê tevahî rabû. Em nekarin jiyana rojane bidomînin. Jiyan serobino dikin. em nizanin ev rewş wê heta kengî bidome. Yên di vê şîdetê jiyanê heyî dikin dîsa jinin. Ji ber vê em jin divê bên cem hev tecrubeyên xwe parvebikin û li ser em dikarin çi bikin biaxivin.
'Axaftin wê jibo me baş be'
Xala darbeyan. Em jin gelo darbeyê çawa dijîn? Ev şîdet bandorek çawa li ser me dike? Teşeyê jinbûn mêrbûnê çawa diguhere. Em stratejiyek çawa pêş dixin. Axaftin û nirxandina van wê ji bo me gelek baş be.
Di van şertên darbe\ rojên şer de: Em jin ger li alî jiyanê bin û dixwazin vê daîm bikim divê em çi bikin. Ger jin li alî aştî û muzakereyê bin divê çi bikin? em ji bo axaftina van tiştan û gelek din hemû jinan vexwendiyê vê bangê dikin. Em bên cem hev û nîqşa bikin. Em bi hev re rê xêz bikin."
Hat diyar kirin ku wê bernameya konferansê piştre bê parvekirin.
(mg/fk\hu)