Ji Sureyaya Îranî heya Zehraya Minbicê jin serî netewandin
09:07
Binevş Sarya/JINHA
MINBIC- Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de Qada Rebe Emnî cihê kuştin û cezakirina gel bû, li wir jina bi navê Zehra Îcêlo ya serî li hember çeteyan hildayî hat recimkirin. Li çala ku lê hatî recimkirin darek şîn hatiye û gelê bajêr pê bawer dike ku ruhê Zehrayê û kesên hatine qetilkirin di wê darê de dijî.
Bajarê Minbicê ku 2 sal û nîvan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ma, pir serpêhatiyên bi êrîş û hovane re şahdî kir. Niha jî dema li kolanên bajêr tê gerîn çav li gelek şopên van bûyerên tê kirin. Tevahî qadên bajêr yên mezin û gerajên wê bibûn cihê serjêkirin, qetilkirin, îşkencekirina mirovan. Çete gelek mirov şekir li canê wan kir û heya mirin li ber tavê hêştin. Dema ku niştecihên bajar behsa kiryarên çeteyan dikin, hîna tirs û xofa di çavên wan de mirov dikare bibîne. Di nav bi sedan jin, zarok û mêrên bêguneh de çîroka Zehrayê jî ciheke taybet digire.
Dîrok piştî 30'î salî xwe dubare kir
Çîroka Zehraya Minbicî û Sureyeya Îranî her çendî salên dûr û dirêj ketibin navberê jî, lê bi heman şêweyê, zihniyetê û di bin navê şerîetê de pêkhatiye. Sureya Menuçêhrî ku ji gundê rojavayê rojhilatê Îranê ye, bi navê Kerecê ye di sala 1951'an de tê cîhanê û di sala 1986'an de bi sengsar ango keviran tê recmkirin. Sureya bi fêlbaziya hevjînê xwe, meleyê gund û şahideke derewker dibe qurbana bê exlaqiya hevjînê xwe. Sureya li meydana gund bi amedebûna hemû gundiyan, bi awayeke hovane bi keviran tê recimkirin. Ji bo çîroka Sureyayê wenda nebe û qedera jinan hemûyan wiha nebe, meta wê Zehra çîroka wê bi rojnemvanekê dide nivîsîn û bi cîhanê dide bihîstin. Piştî 30'î salan heman bûyer li bajarê Minbicê bi serê jina bi navê Zehra Îcêloyê hat. Zehra jineke ereb û ji bajarê Minbicê bû. Ew di 12'ê sibata sala 1974'an hat cîhanê û di 12'ê sibata 2014'an li Qada Rebe Emnî bi biryara çeteyên DAIŞ'ê li ber çavên gelê bajêr, bi keviran hat recmkirin. Xwişka Zehra ku nexwast navê xwe bide ji ajansa me JINHA'yê re qala serpêhatiya Zehrayê kir.
'Çendî zehmetiyên jiyanê hebûna jî me bi hevre çareser dikir'
Xwişka Zehrayê bi rondikên çavan û bêrîkirinê wiha behsa xwişka xwe kir: "Zehra di zaroktiya xwe da jîr û jêhatî bû. Em hertim bi hevre bûn, zaroktiya me, ciwantiya me bi hevre bihorî. Piştî ku Zehra mezin bû, di dibistanê de beşa tendûrustiyê xwend. Di xwendina xwe da jî jêhatî bû. Piştî dibistanê Zehra li Minbicê dest bi xebata tendûrustiyê kir. Min jî li gel wê kar dikir. Zehra piştî ku zewicî karê xwe neterikand. Ji kar hez dikir. Hevjînê Zehrayê li derveyî bajar kar dikir, Zehra jî di bajar de dima û tucaran nedixwest li malê rûnê. Zehra bi hêz û jixwe bawer bû. Piştî demekê Zehra û hevjînê xwe hev berdan. Bi tena serê xwe dijiya û karê xwe didomand. Çendî zehmetiyên jiyanê hebûna jî me bi hevre çareser dikir. Jiyana me bi awayeke xweş dibihorî. Heta ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Minbicê dagirkirin. Jiyan li bajarê me bû dojeh. Jixwe ji me jinan re jiyan bi her awayî hate qedexekirin. Derketina ji mal, li motorsîkletê siwarbûn, an jî li kursiyên pêşiya wesayîtê siwarbûn jî qedexe bû."
'Em 6 meh girtî man'
Xwişka Zehrayê diyar kir ku ligel her zext û tundiya çeteyan Zehrayê xebatê xwe domandiye û wiha domand: "Çete gelek aciz dibûn ku ew karê bijîşkiyê dike. Herdem dixwestin ku hincetekê jê re bibînin. Rojekê çete hatin Zehra ji malê birin û gotin ku di mala wan de çek hatine girtin. Bi wê hincetê Zehra ji malê derxistin. Paşê min jî girtin. Piştî 3'ê rojan çete mêrek xerîb anîn û gotin ku têkîliya Zehra û wî mêrî bi hevre heye. Qet nayê bîra min ku me ew mêr dîtibe jî. Em 6 meh girtî man. Sedema girtina Zehra karkirina wê bû û sedema qetilkirina wê jî bersiva ku daye çeteyan bû."
'Girtîgeh ji boyî jinên Şengalî dojeh bû'
Xwîşka Zehrayê qala hovîtiya çeteyan ya li girtigehê jî kir û wiha pêl da gotina xwe: "Di girtîgehê de em 18'e jinên misilman û 10 jî jinên êzidî hebûn. Wan jinan ji Şengalê anîbûn ku 2 ji wan zewicîbûn. Em birçî, tî û bê tişt dihiştin. Lê ji wan jinên êzidî re her tişta derveyî exlaqê dikirin. Rûyên me bi çarşefên reş girtîbûn, jinên Şengalê rûyê wan vekirîbû û heroj Emîr dihatin jinên Şengalî dikirin rêz û ji xwe re yek hildibijartin û tecawûzê wan dikirin. Carna çend kesan tecawûz dikirin. Jinên êzidî digotin 'xwezî em bimirana lê neketibûna destên çeteyan'. Di nav wan de jineke du canî jî hebû. Ji bo keç ducanî nebin derman didan wan. Hea Zehra hat qetilkirin em gel hevbûn. Roja zehra recimkirin, ew jina ducanî zayîn kir û navê keça xwe kir Zehra. Çeteyan xwestibûn tecawûzê li wê dayikê bikin. Lê ew li hember wan agir berda canê xwe. Me paşê hev li nexweşxaneyê dît. Ji bo jinên Şengalê girtîgeh dojeh bû."
'Li cihê ku Zehra hatî recimkirin darek şîn hat'
Xwişka Zehrayê da zanîn ku, Zehra di girtîgehê de jî serî li hember çeteyan hildaye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Zehra di girtîgehê de jî serî li hember zilma wan netewand. Dema Qaziyê çeteyan jê re got 'te zîna kiriye' Zehra jî got ku 'ne ku min zina kiriye, we tehemûl nekir ku em jin debara xwe bikin û werin ba hev. Ez bê gunehim, vê yeke xwedê jî dizane. Lê dê roj were hûnê di agirê guneha min de bişewitin.' Qazî piştî serhildêriya Zehrayê dît biryar recimkirinê da. Ew mêrê ku dihat îdiakirin ku têkiliyê wî ligel Zehrayê heye jî hat qetilkirin. Roja Zehra birin, hat xatir ji min xwest û ji min re got 'ez diçim, lê ez bê gunehim, vê jî tenê tu û xwedê dizane. Wan çarenûsa min wisan nivîsandin. Lê tu bi hêz be, ji vî bajarî here. Li xwe muqate be.' Zehra birin li qada ku berê geraja wesayîtan bû, li wir kortalek kolandin, ew heya navikê kiribûn nav axê. Çete bangê gel kiribûn û ji wan xwestibûn ku Zehra û wî mêrî recim bikin. Ew mêr bi sê keviran jiyana xwe ji dest dide, lê Zehra pir li ber xwe dide, gelek keviran lê didin, dîsa jî Zehra li ber xwe dide. Dibînin ku Zehra namire, di dawî de bi sê guleyan qetildikin. Cenazeyê wê nîvî dibin goristanê vedişêrin nîvî jî li wê derê dimîne."
Xwişka Zehrayê bi bîr xist ku, her roja Înê li wê qadê çete mirovan qetil dikirin û wiha axivî: "Wê rojê baraneke dijwar barî. Lehî rabû. Te digot qey dê asîman were xwarê. Paşê bi sê rojan li cihê Zehra hat qetilkirin şitlek ya darê şîn hat. Herkese jî bawer kir ku Zehra jineke bêguneh bû. Zehra çû lê xwedê ji zaliman re nehîşt. Niha em li bajarê xwe azad dijîn û bi hatina Meclisa Leşkerî ya Minbicê gelek kêfxweşin. Ez hêvî dikim ku her kes dengê qêrîna Zehrayê bibihîze."
(en/rc)