Hêlîn Hasret bû hesreta dilê dayika xwe

10:23

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED – Li Sûra Amedê ya ku dorpêç lê berdewam dike, Hêlîn Hasret Şen, ya 13 salî berî bi salekê bi guleya polîsan hat qetilkirin. Lê ligel ku di ser qetilkirina Helînê re salek derbas bû jî der barê qetilkirina wê de ne doz û ne jî tu lêpirsîn nehat vekirin. Dayika Hêlîn Hesretê ya ku cil û bergên roja keça wê hat qetilkirn ji ber xwe nake Nazîne Şen wiha got: “ Ez her roj bi hesreta keça xwe şiyar dibim û dest bi rojê dikim. Berî ku ez bimirim tenê daxwaza min ew e ku kujerên keça min bên darizandin.”

Li navçeya Sûrê ya Amedê berî bi salekê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Di roja 3’emîn a qedexeyê; 12’ê cotmeha 2015’an zaroka 13 salî a bi navê Hêlîn Hesret Şen dema ji bo ku biçe nan bistîne ji malê derket bi guleya ku li serê wê ket jiyana xwe ji dest da. Walîtiya Amedê der barê qetilkirina Hêlîn Hesretê de diyar kir ku di encama şerê li taxa hasirliyê derketiye de Hesret Hêlînê jiyana xwe ji det daye. Lê şahiden bûyerê û bavê Hêlîn Hesretê diyar kirin ku zaroka 13 salî ji aliyê poîsan ve hedef hatiye girtin û bi wî awayî hatiye qetilkirin. Lê der barê kujeran de hîn ne tu lêpirsîn û ne jî doz nehatine vekirin. Dayika Hêlîn Hesretê jî Nazîne Şen, got ku ji ber qatilên keça wê nehatine dîtn êşa wê wekî roja ewil berdewam dike û xwest ku kujerên keça wê bên darizandin.

‘Şer tune bû keçamin derketibû nan bistîne’

Nazîne ya ku her roj diçe ser mezelê keça xwe, hîn bar nake ku keça wê miriye. Nazîne dibêje ku ew her roj bi vê êşê dijî û wiha azxivî: “ Ne şer hebû û ne jî tuştek. Dema ku keça min çû nan bistîne ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Ligel ku di ser bûyerê re evqas dem derbas bû jî hîn kujerên keçamin nehatine darizandin û der barê wan de tu doz nehatiye vekirin. Ji xwe wê kujerên keça min diyar nekin. Le dîsa jî ez naxwazim hêviya xwe qut bikim, lê dîsa jî dixwazim lêprisînek an jî dozek der barê kujerên keça min de bê vekirin.”

‘Min cil û bergên li ber xwe yên roja keça min qetilkirin ji ber xwe nekirine’

Nazîme ya ku cil û bergên roja keça wê hat qetilkirin ji ber xwe nekirine, bîranîna keça xwe bi jixwenekirina van cil û bergan zindî dhêle. Nazîneya ku got ez van cil û bergan tu carî ji ber xwe nakim axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Ez bi hesreta keça xwe dijîm û ez pir bêriya wê dikim ev vê bi gotin û hevokan nikarim bîmim ziman. Ez her roj bi êşa ku didilê min de ye şiyar dibim. Heta ku ez bimirim jî ezê keça xwe ji bîr nekim.”

‘Sûr ji bo min girîng e’

Nazîneya ku dixwaze kujerên keça wê bên darizandin, der ji bo Sûra ku dorpêç lê berdewam dike jî wiha dibêje: " Sûr ji bo mim girîng e. Ji ber ku li Sûrê zarokatiya min heye, ez li wê zewicîm, zarokên min li Sûrê hatin dinê û min Hêlîn Hesreta min li Sûrê hat qetilkirin. Tenê ne şopa xwîna keça mim şopa xwîna gelek kesên bêguneh heye li ser axa Sûrê. Lê niha ji bo rantê Sûrê hildiweşînin. Lê ji tiştê ku li ser ewqas xwîn bê avakirin tu xêr naye.

(gc/mk)