Li Wanê polîsan bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de girt

11:26

JINHA

WAN – Li Wanê di encma serdegirtina malan û avahiyên bajar û nevçeyan ên HDP û DBP’ê de gelek kes hatin binçavkirin.

Li navenda Wanê û navçeyên wê, polîs û leşkeran di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Di operasyonên qirkirina siyasî de hevserokên HDP û DBP, gelek kes hatin bin çav kirin. Li avahiyên partiyan lêgerîn didomin.

Li taxa Xaçortê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan di saetên serê sibehê de hemwext bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser avahiyên DBP û HDP ya bajêr de girtin û der û dorê wê ji çûn û hatinê re girtin. Lêgerîna li avahiyan didome. Hevserokê DBP’ê yê bajêr Murat Sarisaç binçav kirin.

Polîsan li navçeya Ebexê ya Wanê bi ser mala hevserokên navçeyê yên DBP Şîrvan Şahîn û Mehmet Nasir Ûrgen, rêveberên DBP'ê Mustafa Kaya û Mahmut Salazar de girtin û ew binçav kirin. Li navçeya Şaxê ya Wanê jî polîsan bi ser malên hevserokên HDP Şûkrû Yavuz û Sema Çaygeç, hevserokê DBP Medenî Ozer de girtin û piştî lêgerînan hevserok binçav kirin. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî polîsan hemwext bi ser malan de grit. Di serdegirtina malan de hevserokên HDPê yê navçeya Qelqeliyê Recep Ceynalci, Sema Çaygeç û hevseroka DBP Asli Kaymaz binçavkirin. Her wiha Li navçeya Payizava ya Wanê jî polîsan bi ser malên hevserokên HDP'e yên navçeya Payizava Necat Taniş û Hevseroka DBP'ê Seyoş Alas de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçav kirin. Polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Payizava de jî girtin û lêgerin kirin.

Polîsên ku bi ser Avahiya DBP’ê ya Wanê de girtin destûr nedan rojnamegeran ku wêneyan bikişînin û lêgerîna li avahiyê berdewam dike.

(ekip/dc/gc/mk)