Du rojan nêzî 100 siyasetmendaran binçav kirin
13:01
JINHA
AMED – Du rojên dawî di serdegirtinên mal û avahiyên DBP û HDP’ê de nêzî 100 kesan hatine binçavkirin.
Piştî serdegirtinên malan û avahiyên DBP û HDP’ê yên Amed û Bedlîsê li Colemêrg û Wanê jî serdegirtin çêbûn û bi giştî 49 kes girtin binçavan. Li gel malên hevserokên navend û navçeyan li avahiyên DBP û HDP’ê jî lêgerîn kirin.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê polîsan bi ser mala Hevserokê HDP'e yê Colemêrgê Metin Besî, Hevserokê HDP'ê yê navçeya navendî Asim Ozcan, Hevserokê DBP'ê yê Colemêrgê Hakan Abî, Endamên Meclîsa şaredariyê Behcet Kanat, Fersat Heydeli, Ekrem Temeş û Şaban Oguz de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçav kirin. Polîsan piştî hevserok binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Colemêrgê.
Li Şemzînanê 3 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî polisan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Şemzînanê Cabbar Taş, Rêveberê HDP'ê Şukru Ogul û xebatkarê HDP'ê Ahmet Yucel binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Şemzinanê.
Li WAN û navçeyên wê serdegirtina malên hevserok û rêveberan li gel avahiyên DBP û HDP’ê.
Li taxa Xaçortê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan di saetên sibehê de hemwext bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser avahiyên DBP û HDP ya bajêr de girtin û der û dorê wê ji çûn û hatinê re girtin. Li avahiyê lêgerîn kirin û Hevserokê DBP bajêr Murat Sarisaç binçav kirin.
EBEX
Polîsan li navçeya Ebexa Wanê ser mala hevserokên navçeyê DBP Şîrvan Şahîn û Mehmet Nasir Ûrgen, rêveberên DBP'ê Mustafa Kaya û Mahmut Salazar de girtin û we binçav kirin. Polîsan bi ser avahiyên HDP û DBP'ê yên navçeyê de jî girtin û lêgerîn kirin.
ŞAX
Li navçeya Şaxa Wanê jî polîsan ser malên hevserokên HDP Şûkrû Yavuz û Sema Çaygeç, hevseroka DBP Medenî Ozer de girtin û piştî lêgerînan hevserok binçav kirin. Hat zanîn ku hêjmara kesên hatin binçavkirin zêdetir e. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polisan a Wanê.
QELQELÎ
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî polîsan hemwext bi ser malan de grit. Di serdegirtina malan de hevserokên HDPê yê navçeya Qelqeliyê Recep Ceynalci, Sema Çaygeç û hevseroka DBP Asli Kaymaz binçavkirin. Kesên hatin binçavkrin birin midûriyeta polîsan a Wanê.
PAYIZAVA
Li navçeya Payizava ya Wanê jî polîsan bi ser malên hevserokê HDP'e yê navçeya Payizava Necat Taniş û Hevseroka DBP'ê ya Seyoş Alas de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçav kirin. Polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Payizava de jî girtin û lêgerin kir.
(kom/zt)