Ji ber zextên zilam jineke din mir

13:02

JINHA

SAKARYA – Ebrû Çoban ji ber ku qelew bû hevjînê dest jê berda. Piştî ku hevjînê Ebru ji ber qelewiya wê dest jê berda Ebrû ji bo ku ji kîloyên xwe yên zêde xilas bibe ji mîda xwe emelyat bû. Piştî emelyatê ji ber xwîna ku ji mîda wê çû jiyana xwe ji dest da.

Li naçeya Pamukova ya Sakaryayê mêrê bi navê Fatîh S. Bi hinceta ku hevjîna wî Ebru Çoban (27) qelewe dest jê berda. Ebrû piştî destjêberdana hevjînê xwe ji bo ku ji kîloyên xwe xilas bibe ji mîdê emelyat bû. Piştî emelyatê ji ber ku mîda wê xwîn jê hat di serî de fec derbas kir û piştre jî jiyana xwe ji dest da.

(dk/mk)