Lêgerîna li avahiyên DBP û HDP’ê dawîbû

13:06

JINHA

WAN – Piştî lêgerîna li avahiyên DBP û HDP’ê yên navend û navçeyan dest danîn ser gelek hadisk û dakumanan, 28 kes jî girtin binçavan.

Di serdegirtinên hemwext ên ser avahiyên DBP û HDP’ê yên navend û navçeyan li gel malên hevserokan û rêvebiran de 28 kes girtin binçavan. Di lêgerînê de dest danîn ser gelek komputer, hardisk, pirtûk, kovar, pankart û dakumanan, lêgerîn dawîbû

Siyasetmendarên binçavkirin birin Şaxa Muduriyeta TEM ya Ertemêtanê. Hat zanîn ku heya 5 rojan dê nikarin li gel parêzerên xwe hevdîtinê bikin.

Li aliyê dinê parêzerên Şaxa MHD ya Wanê û Serokê Baroya Wanê Murat Timur serdegirtin şopandin.

(ng-htk/zt)