Rewşa Hakanê di teqînê de birîndarbû hîna girane
13:53
JINHA
WAN - Zarokê bi navê Hakan Ayvalik (10) ê ku duh li Geverê di teqîna bermahiya polîsan de bigiranî birîndar bû têpayîn ku dê bê emelyatkirin.
Duh li taxa Cumhuriyetê ya Geverê bermahiya polîsan teqiya û di teqînê de zarokê 10 salî Umut Ayvalik jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî bi giranî birîndar bûn. Zarokê bi navê Hakan Ayvalik (10) ê ku bi giranî birîndar bibû û sewqî Wanê hatibû kirin rewşa wî girane. Hakan ê ku li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê tê dermankirin dê îro bê emelyatkirin.
Xizmên Hakan gotin: " Rewş Hakan girane. Dê îro bê emelyatkirin û ji ber bandora teqînê rihên lingên wî pelixîne. Dibe ku bijîşk her du lingên wî jê bike."
(zt)