RAJIN: Li ku heqîqet hebe em ê li wê bin
14:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Di duyemîn konferansa RAJIN de balhat kişandina ser êrîşên ser çapemeniya azad. Di encamnameya konferansê de wiha hat gotin: “Li ku heqîqet hebe em ê li wê bin û bibin zimanê rastiyê.”
Di encamnameya konferansa 2. a RAJIN (Ragihandina Jinên Kurdistanê) de hat ragihandin, konferans li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi şiyara "RAJIN wê bi xeta azadiyê, rastiya jinê û gelan ronî bike" di navbera 7-10'ê Cotmehê de hatiye lidarxistin. Hat destnîşankirin, ku konferansa duyemîn a RAJIN giranî daniye ser şert û mercên azadiyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gelê Kurd û di vî warî de nîqaşên girîng kiriye.
Di encamnameyê de wiha hat gotin, "Bi felsefeya jiyan û têkoşîna Rêberê me re, ku azadiya xwe di nava azadiya gelê Kurd de dibîne, em ê berxwedana azadiyê ya gelê xwe bi rêxistin bikin, her tim bibin dengê vê berxwedanê û têkoşîna xwe ya li qada çapemeniya azad bispêrin vê rastiyê. Di demekê de zext, girtin, sansur û êrîşên girtinê yên li dijî çapemeniya azad derketine asta herî bilind, ji bo ronîkirina rastiya jinê û gelan, bûyîna dengê bindestan û li dijî medya desthilatdariyê mezinkirina kevneşopiya çapemeniya alternatîf e.”
Di encamnameyê de hat ragihandin, ku medya qadeke welê ye ku hêzên serdest rastiyan manîpule dikin, xwe lê mayînde kirine û hat gotin, "Rastî herî zêde li vê qadê tê berevajîkirin û herî zêde li vê qadê civak dibe xerîbê xwe. Nirxên jinê, civakê, xweza û zarokan herî zêde li vê qadê tên îstîsmarkirin. Lewma, qada medyayê ku bi vê rola xwe ve weke hêza çaremîn tê pênasekirin, di roja îro de bi weke hêza sereke forma mejiyê civakê diyar dike, têgihiştinan berevajî dike, derewan weke rastiyê pêşkêş dike. Tarîtî, bêmanewîbûn, jêxwarin, dijberiya hev û şîdet, bi rêya medyayê civak dîl girtiye. Rizgarkirina civakê ji nava vê zordariyê û ronîkirina wê, erka sereke ya medya alternatîf e. Weke şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad, ku ji Gûrbetelliya digihêje Denîz Firatan, bi vê konferansa xwe ya duyemîn a RAJIN re bawer in ku em ê vê erka xwe bi ser bixînin. Ji ber vê yekê, li dijî serdestan em aliyek in, dijber in, eniyek in. Li dijî paşverûtî, dîlgirtin, olperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê, weke medya alternatîf em bi pênûsa xwe, bi objektîfa xwe, bi nêrîna xwe li nava çepera şoreşê ne. Li qada rojnamevaniyê, ku weke rewşeke bê alî tê pêşkêşkirin, weke şopdarên rastiyê em li aliyê jinê û civakê ne. Li dijî serdestan, dagirkeriyê û mêrtiyê, em bi îdîanin ku bibin hêza avakirina modernîteya demokratîk."
Di dewama encamnameyê de bal hat kişandin ser zext û şîdeta mêr a li qada medyayê û hat gotin, "Zext û şîdeta li dijî jinê herî zêde li vê qadê rewa hatiye nîşandan. Ti gotinek ku jin li ser navê xwe bilêv bike ji jinê re nehatiye hiştin, bedena wê hatiye talankirin, weke amûreke sûdwergirtinê li ekranan, rûpelên rojnameyan, kovarên magazînê û wêneyan hatiye bicihkirin. 2. konferansa me ya RAJIN, li dijî zîhniyet û zimanê nêr, bi biryardariya eşkerekirina rastiya jinê ev rastî nîqaş kiriye û xwe gihandiye biryardariyeke mezin.
Medya di bin destê serdestan de ye, bi hemû amûrên xwe êrîşî her kesê li dijî wê dengê xwe bilind dike û hemû derdorên li hemberî wê dikarin bibin alternatîf, weke gefekê dibîne. Ji ber vê yekê îro li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek ekran hatin tarîkirin, rojname hatin girtin û endamên çapemeniyê hatin girtin. Konferansa me ya duyemîn a RAJIN di demeke ku ev pêla êrîşê tê meşandin de, pêk hat. Lewma li dijî van hemû êrîşan weke mesajekê ye. Bi coş û moralê bûyîna dengê vê rastiyê re konferansa me serketî ye. Di birêxistinkirina civakê de, li ser bingeha vê rol û paradîgmaya me, biryar hatiye dayîn ku bibe hêza rêxistinkirin û pêşeng a avakirina civakî, pêkanîna xwerêveberiya gelê me û berxwedana garantîkirina azadiay gelê me."
Di encamnameyê de işaret bi êrîşên ser axa Kurdistanê, gelan, jinan, ciwanên Kurd, xweza û dîroka Kurdistanê hat kirin û wiha hat gotin, "Bêteredût, li ku rastî hebe em ê bibin şopdarên mezinkirina vê rastiyê. Mîne, Gûrbetellî, Şîlan, Sarya, Rojînda û Denîz rastiyê nîşanî me didin û erka cihgirtina li cem ronahiyê didin me. Di pêvajoyeke ewçend dîrokî de, ku têkoşîna azadiyê ya gelê me gihîştiye asteke girîng, weke çapemeniya alternatîf em ê dengê rastiyê ragihînin."
(zt)