Zarokê rojavayiyê leşkeran birîndar kirî di beşa lezgîn dene
15:01
Cotmeh
12
/ 2016
JINHA
SERÊKANİYÊ - Leşkerên tirk ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê zarokê 13 salî yê di nava zeviyan de pez diçêran gule baran kirin.
Leşkerên tirk ên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakur Kurdistanê de zarokê bi navê E. E. (13) yê ji gundê Kesra yê 30 km Rojhelatî Serêkaniyê gulebaran kirin. Di encamê de zarok ji lingê xwe giran birîndar bû. E. E rakirin nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Ji ber rewşa E. E giranbû, ew rakirin nexweşxaneya Rehmê ya Qamişloû, bijîşkan yekser E.E rakirina emeliyatê û dermankirina wî didome.
(zt)