Perwerdeya li ser zayendiya civakî û tenduristiyê berdewam dike
16:48
JINHA
WAN – Navenda Jinê ya Rajinê ku girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û malbatê ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ye, xebatên xwe yên der barê perwerdeya zayendiya civakî û tenduristiya jinan de berdewam dike.
Yekîneya Perwerdê ya Navenda Jinê ya Rajinê ku girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û malbatê ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ye, xebatên xwe yên der barê perwerdeya zayendiya civakî û tenduristiya jinan de bi tevlibûna zilam û jinan berdewam dike. Yekîneya Perwerdê bi heman mijaran di dîrokên cuda de li taxa Beyuzumu ya Tuşbayê bi jinan re hat gel hev û perwerde da. Her wiha piştî perwerdê li jinan diyar î hatin belavkirin.
(dc/dk/mk)