Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncelê serdana rojnamegerên çalakiyê de kir
17:00
Cotmeh
12
/ 2016
JINHA
AMED-Hevserok DBP'ê Sebahat Tuncel serdana rojnamegerên ku di çalakiyê de ne kir.
Pişti ku rewşa awarte li tirkiyê hat îlankirin û şûnde gelek tv'yên kurdî ji aliyê hikumetê ve hatin girtin. Ji bo ku êrîş û zextên li ser çapemeniyê şermezar bikin 3 roj in xebatkar û rojnameger li sûmerparqê di çalakiya rûniştinê de ne. Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, ji bo ku piştgiriyê bide calakiya rojnamegeran serdana rojnamegeran kir.
Her wiha Sebahatê di serdana xwe de bi rojnamegeran re sohbet jî kir.
(kom/mk)