Li Mêrdînê Bankaya Xurekê hat vekirin

17:18

JINHA

MÊRDÎN – Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li navçeya Artuklu ya navnedê Bankaya Xurekê vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo ku xurekê ji kesên pêdiviya wan pê heye re ragihîne li navçeya Artukluyê Bankaya Xurekê vekir. Ji bo merasîma vekirina bankayê Hevşaredar Ahmet Turk û Februniye Akyol Akay û parlamentera HDP’ê ya Merdînê Gulser Yildirim jî tevli bûn.

Ji Bankaya Xurekê ya ku hat vekirn malbatên ku pêdiviya wan bi xurekê heye yên ji aliyê saziyên civakî ve bên tespîtkirin dê îstifade bikin. Li Bankaya Xurekê li gel xureke cil û berg û pêdiviyên zarokan jî hene. Heta niha ji bo 400 mabat ji bankayê îstifade bikin kart hatine belavkirin û tê payîn ku ev hejmar heta dawiya salê derkeve 3 hezran.

(ekip/gc/mk)