Çalakî bi dirûşmeya 'Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin' bi dawî bû

19:09

JINHA

AMED- Rojnameger û xebatkarên tv'yan yên ku çalakiya rûniştinê de bûn, bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kirin.

Rojnamevan û xebatkarên ÎMC TV, Jiyan TV, Van TV û Hayatin Sesî TV ên ku ji bo balê bikişînin êrîşên li ser çapemeniyê û girtina televîzyonan çalakiya rûniştinê li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat dabûn destpêkirin bi daxuyaniyek çalakiya xwe bi dawî kirin.

'Em gihiştîn armanca xwe'

Nûçegihanê IMC'ê Bekîr Gûneş di daxuyaniyê de diyar kir ku, ew dev jî nivisandina rastiyan bernadin û wiha got: "Em li vir ev 3 roje ji bo ku êrîşen ser çapemeniyê şermezar bikîn di çalakiyê de bûn. Armanca çalakiya me ne tenê girtina tv 'yan bû. Me dixwast bi vî awayi êrîşen ser çapemeniyê şermezar bikîn. Em gihiştin armanca xwe. Piştgiriya gel mezinbû. Em tu car dev jî rastî nîvîsandinê bernadin dê heya dawiyê jî li ber xwe bidîn."

'Em vê yekê wekî reşkirina rastiyan dinirxîn'

Piştî Bekîr berpirsyarê IMC'ê Amedê Faruk Balikçi da xuyakirin ku hikumet bi darbeyên bi vi awayi dixwaze rastiyan ji holê rake û wiha axivî: "Niha bi girtina tv'yên me dengê gel qut kiriye. Girtina tv'yan ceza kirina gel bû. Em vê yekê wekî reşkirina rastiyan dinirxînîn. Me bi dirûşmeya "Çapemeniya azad ciwaka azad" dest bi çalakiya xwe kir. Em ê ji vir û şûn de jî her tim bibîn dengê gel."

'Heya ku em van êrîşan têk bibin em ê li ber xwe bidin'

Rojnamegera Wan tv'yê Hûlya Emeç jî da zanîn ku, çalakiyên wan bi vê çalakiyê tenê sînordar namine û wiha domand: "Dibe çalakiya me ewqas bandor nekiri be. Lê hêzên dewletê derdorên me girtî bûn. Ev jî tê wê wateyê ku çiqas ji hebûna me ditirsin. Çalakiyên bi vê tenê ve dawî nabin em bêdeng namînîn û vî tiştî qebûl jî nakîn. Heya ku em dengê xwe û van êrîşen ser çapemeniya azad têk dibîn dê dengê xwe bilintir bikîn. Ew kesên ku piştgirî daye çalakiya me jî bi taybetî jî dayikên ku, piştgiri daye me em spasiyên xwe pêşkeş dikîn."

Pişti axiftinan çalakî bi dirûşmeyên "Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin" bi dawî bû.

(zyd-şa/rc)