ROJEVA 13'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Dibistana seretayî ya Ferzad Kemanger bi biryara waliyê Amedê hat morkirin. Malbatan bertek nîşanî morkirina dibistanê dan û diyar kirin ku, êw astengiyên dewletê nas nakin û gotin ku ew ê her deran bikin dibistanên kurdî.

*Çernobîl di 26'ê Nîsana 1986'an de pêk hat û piştî komkujiyê bi rojan şûnde derkte holê ku Rûsyayê teqîn ji rayagiştî ya cîhanê veşartiye. Li gorî nûçeyên di çapemeniya cîhanê de girtiye jî, ji rastiyên zanistî dur, li gorî gotinên dewletê hatin serwîskirin.

*Jin bi şîara 'parve bike, bikene, bide kenîn' hatin cem hev û li Edeneyê Şahiya Teqesê pêk tînin. Li ser van tezgahan pere derbas nabe û alavên ku hewcedarî pê tine tê dayîn û li şûna wê alavên hewcedarî pê heye tê girtin. Vê organîzasyonê Jinên Piştevaniya Mor dike.

* Zeytûnên organîk yên Dêrikê ku bê derman û zibil tên gihandin, bi kedan jinan tê ser sifreyan. Fahriye ku ji berhevkirina zeytûnan û xwezayê gelek hez dike got rojê 12 saetan dixebite û beramberê keda xwe negirtiye.

*Nûçegîhana IMC TV Emgîhan Gulmez ku 23 sal berê ji ber zextan neçar ma koç bike û wek rojnameger dîsa vegeriya got: "Em li dijî kesên ku me bêdeng dikin, serî natewînin. Li dijî zext û girtinan emê dengê gelê xwe bidin bihistin."

* Li Amedê di salên dawî de jin dadikevin sahayan. Sporîstên tevlî Amed Cupê bûn tevî hemû kêmasî û astengiyan cihê xwe li sahayê digirin.

* Li bajarê Amûdê kooperatîfa STAR ya jinan, ku di bin bana Şaredariya Gel de hatiye vekirin û cilûbergên gelêrî didrû rastî eleqeyek mezin ya jinên bajêr tê.

*Jinên gundê Batêra yên navçeya Kerboranê ku di sala 1994'an de ji gundê xwe koçber bûn piştî 19 salan vegeriyan gundê xwe. Jinen ku vegeriyan gundên xwe niha ji xwezayê sûdê digirin û amadekariya zîvistanê dikin.