Malbatên xwendekaran: Em ê malên xwe wergerînin dibistanên kurdî
09:01
Zeynep Durgut/JINHA
AMED-Dibistana seretayî ya Ferzad Kemanger bi biryara waliyê Amedê hat morkirin. Malbatan bertek nîşanî morkirina dibistanê dan û diyar kirin ku, êw astengiyên dewletê nas nakin û gotin ku ew ê her deran bikin dibistanên kurdî.
Li Tirkiyê piştî ku rewşa awarte hat îlankirin û şûnde hikumeta AKP’ê ji hemû aliyan de li Kurdistanê êrişên xwe zêde dike. Piştî ku qewûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin, dibistan û kreşên ku perwerdeya zimanê dayikê didin jî hatin morkirin. Dibistana seretayî ya Ferzad Kemanger ku ev 3 sal in bê navber perwerde dida bi biryara waliyê Amedê hat morkirin. Malbatan nêrazîbûnên xwe nişanî vê biryarê dan û gotin ku ew ne bê alternatif in.
‘Em ê bi derfetên xwe zarokên xwe li malan perwerde bikîn’
Jina bi navê Cîhan Koyun da xuyakirin ku, ew ê dev ji zimanê xwe bernedin û wiha axivi;”Ez her roj zarokên xwe tînim vir ji bo ku hînî zimanê dayikê bibe. Em pêşerojek pişavtî naxwazîn. Hikumet bi van bûyeran dixwaze ku em mihtacî wan bin. lê em desturê nadin vê ew çiqas astengiyan derbixînin jî zarokên me ji zimanê me dûr bixin jî em dev ji doza ziman bernadîn û em ê heya dawî yê tebikoşîn. Zarokên me û zimanê me pêşeroja me ne em ê xwedî li pêşeroja xwe derkevîn. Em ê bi derfetên xwe zarokên xwe li malan perwerde bikîn û em vê biryarê jî şermezar dikîn.”
‘Em pêşerojek tarî naxwazîn û tu car jî nabîn sedema tarîbûnê’
Jina bi navê Yazê Ewdî jî bi lêv kir ku ew serê xwe li hemberî polîtikayên pişavtinê natewînin û wiha dirêjî da axiftina xwe;”Zarokên me pir xemgînin ji ber ku ev 3 sale hem me hem jî zarok û mamosteyên me kedek mezin da. Lê hikumet niha tê semdem dibistanên me mor dike. Em zarokên xwe naşînîn dibistanên Erdoğan em ê zarokên xwe perwerde bikîn ev astengî ewqas ji bo me girîng nîne. Jiyana me bi têkoşînê berdewam kir ji vê demê şûnde jî dê bi berxwedanê bidome. Em ê zarokên xwe perwerde bikîn. Em pêşerojek tarî naxwazîn û tu car jî nabîn sedema tarîbûnê.”
‘Em li hemberî vê zilmê sere xwe natawînîn’
Emîne Ewdî anî ziman ku dewlet bi girtina dibistanên kurdî bi ser nakeve û wiha got:”Ez jî ji bo ku zarokê min ji zimanê xwe yê dayikê dûr nekeve min zaroka xwe anî dibistana Ferzad Kemanger a kurdî. Kurdî. Em êdî hînî van êrişan bûne. Em tu car qebûl nakîn vê helwestê. Ger ku pêwîst bike em ê her roj sere sibehan zarokên xwe bînin vir û em li hemberî vê zilmê sere xwe natewînin. dixwazin zimanê me bi van pêkanînan ji holê rakin. Lê em desturê nadîn em ê bibîn mamosteyên zarokên xwe û em wan naşînin dibistanên.”
‘Armanc a êrîşan zimanê dayikê ye’
Gurbet Macar jî bal kişand ser perwerdeya kurdî û got ku hêrsa dewletê hemû li hemberî pêşketina zimanê kurdî ye û axaftina xwe wiha domand;”Hikumetê bi girtina zarok tv’yê zarokên me xemgin kirin û bi girtina distana kurdî re bêhtir xemgîn bû. Armanca van êrîşan astengkirina zimanê dayikê yê kurdî ye. Em ê malên xwe bikîn dibistan û em ê zarokên xwe perwerde bikin. Rewş hatiye wê astê ku dewlet ji zarokan ditirse em ê li ber xwe bidîn û zarokên xwe bigihînin armanca wan.”
(ra/mk)