Ji xaka ku hat surgunkirin, wek rojnameger lê vegeriya

09:04

JINHA

AMED - Nûçegîhana IMC TV Emgîhan Gulmez ku 23 sal berê ji ber zextan neçar ma koç bike û wek rojnameger dîsa vegeriya got: "Em li dijî kesên ku me bêdeng dikin, serî natewînin. Li dijî zext û girtinan emê dengê gelê xwe bidin bihistin."

Rojnamegera broya Amedê ya IMC TV'ê Emgîhan Gulmez di 17 rojiya wê de malbata wê neçar dimîne ji Kercewsa Êlihê koç bike. malbat koçî Konyayê dike û Emgînhan ku 23 saliye ji tiştên ku jiya derket rê û ji bo dengê gel bide bihistin rojnamegeriyê tercih dike.

'Her tim hesreta xaka min dilê min de bû'

Emgîhan salek zêdetire li Amedê dixebite çîroka xwe wiha vedibêje: "Malbata min koç dike. Lê çîroka dayika min beriya wê dest pê dike. Dayika min di salên 80'ê de li Mêrdînê bû û bi zorê ji gund derdixin. Bavê min li wir nas dike. Piştre tên bajarê Bavê min Êlihê. Li wir jî ez hîna 17 salî bûme gundê me tê şewitandin û koçî Konyayê dikin. Di salên 90'î de min her tişt dît. Li ber çavê min li dayika min îşkence kirin. li bavê min îşkence kirin. ez 23 salan li Konyayê mam. Jiyana min li wir derbas bû. lê min her tim bêriya xaka xwe dikir."

'Rastî her tim veşartin'

Emgîhanê got xwestiye bibe rojnameger û hem dengê dê û bavê xwe û hem jî dengê gelê xwe bide bihistin û wiha got: " Pêvajoya 23 salan bi bandor bû ku min bîne vir. Evîna Amedê her tim dilê min de hebû. Ez hatim vir. Li vir rastî her tim veşartin. Di dema dê û bavê min de her tişt hat jiyîn. Min jî xwest ez li vir bixebitim û dengê wan bidim bihistin."

Emgîhanê got di sala dawî de ji ber rastî ragîhandine televîzyona wan hatiye girtin û got: "Ev tiştên bi me didin jiyîn hema wisa nekare bê girtin. Min wek rojnamegerekê ev her tim kir. Me li Cizîr, Nisêbînê malên hatin şewitandin dîtin. Başe ku min ev pîşe tercih kiriye. Ez dengê gelê xwe her tim bidim bihistin."

(mm/hu)