TUHAD – FED: Bi sedan girtî ceza kirin
10:42
Berîtan Canozer/JINHA
AMED – Ji rêvberên TUHAD – FED’ê Xecê Yaman diyar kir ku girtî li dijî îşkence û binpêkirina mafan hem bi giştî û hem jî bi tena xwe her di greva birçîbûnê de ne , di sala dawî de cezayê hucreyê li bi sedan girtiyan hatiye birîn, sirgûnkirina girtiyan jî zê de bûye û ji bo xwedîderketina li girtiyan banga hestiyariyê li gel kir.
Bi êrîş û şîdeta li ser Kurdistanê re, li girtîgehan jî li ser girtiyên PKK’ê û PAJK’ê tundî û îşkenceya heyî zêde bû. Di nava salekê de ji hemû girtiîgehan agahiyên zêdebûna îşkenceyê tên. Her wiha pêkanînên dijmirovî yên li bajarên ku derketina qedexeya kolanan li wan heye jî derketine lutkeyê.
Li Şirnexa ku ji 14’ê Adarê de qedexeya derketina kolanan lê heye jî li girtîgeha Tîpa T a şirnexê jî girtiyan li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kir. Ji rêveberên TUHAD – FED’ê Xecê Yaman diyar kir ku li gelek girtîgehan bi awayekî komî an jî wekî kes girtî her di greva birçîbûnê de ne.
‘Bi sedan girtiyan cezayê hucreyê girt’
Xecê diyar kir ku li dijî girtiyan her şîdet berdewam dike, ceza li girtiyan tê birîn û got ku bi taybetî di demên dawîn de dewlet bi konsepta şer êrîşî girtiyan dike. Din ava salekê de li bi sedan girtiyan cezayê hucereyê hatiye birîn, daxwazeke herî bi çûk ya girtiyan jî êdî dwletê aciz dike, girtiyên birîndar nayên dermankirin û diyar kir ku girtiyên jin yên ku zarokên wan hene û ji bo kalan tu cudahî nayê kirin.
‘Bêyî hevdîtnê tu başbûn pêk nayê’
Xecê diyar kir ku li girtîgehan hejmara girtiyan zêde bûye û wiha berdewam kir: “ Ev hemû pêkanînên dijmirovî piştî ku xwest,m Rêberê PKK’ê ji derveyî pêvajoyê bihêlin pêk hatin. Brez Ocalan kesê ku bi tena xwe dikare van hemû pêkanînê dijmirovî û vî şerî rawestîne ye. Lê dewlet ji bo ku bi Ocalan re hevdîtnê neke bi israr e. Em dijanin ger ku bi Ocalan re hevdîtin neyê kirin dê şer berfirehtir bibe. Ji ber vê em jî wekî Federasyona Malbatên Girtiyan ji rewşa pêşerojê û ji rewşa girtiyan bi fikar in. “
(gc/mk)