SKB: Em dikarin darvekirna Zeynebê rawestînin

13:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- SKB’yê diyar kir ku ew dikarin darvekirina Zeynep Sekaavand rawestînin û bang li jinan kir ku dengê ji bo ‘ Ji darvekirinê re na ‘ bilind bikin.

Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) der barê jina îranî Zeynep Sekaavan a ji ber lêdana lê dihat kirin hevjînê xw kuşt ku niha cezayê darvekirnê lê hatiye birîn daxuyanî da. SKB’ê bi bîr xist ku dê Zeynebê dibe îro jî bê darvekirin û di daxuyaniya xwe de wiha got: “ Paşverûtiyek mezin heye dijminantiya li dijî jinên gelek zêde ye li Îranê.”
SKB’ê destnîşan kir ku Zeynep ji 17 saliya xwe de bi şîdet û lêdanê re rûbirû maye û di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “ Di kesayeta Zeynebê de dixwazin ku têkoşîna jinan ya rewa a li hemberî deta mêr rawestînin û jinan biçewisînin. Li hemû derên cîhanê tirsa serdestan ya herî mezin hêza jinan û rêxistinbûna wan e.”
SKB’ê herî dawî di daxuyaniya xwe de got ku dikare darvekirina Zeynebê bê rawestandin û bang li jinan kir ku dengê xwe ji bo Zeynebê bilintir bikin.”

(fk/mk)