KJA: Ji bo Zeynep û hemû jinan têkoşînê bilind bikin
13:48
JINHA
AMED – Kongra Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniyekê diyar kir ku cezayê ji aliyê rejîma Îranê ve li Zeynep Skaavand Lokran hatiye birîn bi têkoşîna jinan dikare bê rawestandin û wiha hat gotin: “ Em hêza jinan ya ku li hemberî hemû tundiya li ser jinan e em dijberiya rejîma îranê ya li hemberî jinan şemezar dikin û dibêjin ku bila ev dijneriya Îranê ya li hemberî jinan bi dawî bibe.”
Kongra Jinên Azad (KJA) der barê jina îranî ya bi navê Zeynep Lokran Sekaanvnd ya ku ji ber şîdeta hevjînê wê li hemberî wê pêk tan kuşt û ji aliyê rejîma îranê ve bi cezayê darvekirinê hat cezakirin de daxuyanî da.
Di daxuyaniya KJA’yê de hat bibîrxistin ku wê Zeynebê îro ji aliyê rejîna Îranvê ve bê bidarevkirin û ev tişt hat gotin: “Rejîma Îranê ya ku wekî “ Rejîma darvekirinan” tê zanîn, ji aliyekî ve girtiyên siyasî bi dar ve dike û ji aliyê din ve jî binpekirnê xwe yên mafan ên li hemberî jinan berdewam dike. Jin ji ber darizandina bê edalet ya li îranê her roj bi cezayên; recim, bi şewitandina rûyên xwe bi kezabê û bi darvekirinê tên cezakirin. Yek ji wan jî Zeynep Lokran Sekaanvnd a ku ji ber hevjînê wê her roj li heberî wê şîdet pêk tanî û ji ber vê jî mecbûr ma hevjînê xwe bikuje ye. Zeynep niha li Îranê ji ber parastina xwe kiriye cezayê darvekirnê lê hatiye birîn û dibe ku her wextê bê darvekirn.”
KJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bang li rejîma Îranê dikin ku Zeyneb a ji ber şîdeta lê dihat kirn di 17 saliya xwe de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn bila bê rawestandin û wiha berdewam kir: “ Em dibêjin ku divê cezayê darvekirinê yê li zeynebê hat birîn bila bê rawetandin û bi awayekî adîl bê darizandin.”
Her wiha KJA’yê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li jianan kir ku li hemberî cezayê darvekirnê yê li Zeynebê birî banga bilitkirina têkoşînê li hemû jinan kir.
(sg/fk/mk)