Pilatîn xistin lingê Hakan ê di teqînê de birîndarbûyî

13:59

JINHA

WAN – Lingên Hakan Ayvalik ê ku dema li geverê bi zarokên hevalên xwe re li cismekê dinêrî, di destê wan de cisim teqayî û birîndarbûyî emelyatbû. Hakan ê ku platîn xistin lingê wî piştî demekê dê tedawiya fizikê bibîne.

Li ber dibistana Vali Erdogan Gurbuz a Taxa Cumhuriyetê ya Gevera Colemêrgê dema ku zarokan li cismekê dinêrîn di destê wan de teqiya. Di teqîna cisim de zarokê 10 sali Umut Ayvalik jiyana xwe ji dest da, zarokên bi navê Havin Ayvalik û Hakan Ayvalik jî birîndarbûn û rakirin Nexweşxana Dewletê ya Geverê. Ji zarokêb birîndar Hakanê 10 salî ji ber rewşa wî giranbû rakirin Navenda Tenduristiyê ya Dursun Odebaşiya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.

Hakan ê ku ji ber teqînê demarê lingê wî qetiyane, emelyatbû û platîn xistin lingê wî. Li gorî agahiya xizmên Hakan dayî dê piştî demekê dest bi tedawiya fiziki bike.

(db/zt)