ROJEVA 14'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Hevseroka Desteya Ol û Bawerî ya Kantona Cizîrê Ezîze Xenafer êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirkiye yê bi ser herêmên bakûrê Sûriyeyê û Rojava nirxand û wiha got: "Tirkiye yê çavkaniya terorîzmê ye, piştevaniya çeteyên DAIŞ'ê dike. AKP'ê tu elaqeya wê bi Îslamiyetê re tune ye."
*Saîme Avşîn ya bi birîndarî hatibû girtin û dîmenên îşkenceyê ku li ser keviran dihat kaşkirin hat weşandin, biribûn girtîgeha Tîpa M ya Wanê û hat hînbûn ku li girtîgehê jî îşkece lê hatiye kirin.
*Futbolîstan bi lîsans Hafso Yalçin ku bi hinceta kevir avêtiye polîs rastî 9 sal ceza hatiye got: "Ez li zindanê bim jî wê têkoşîna min bidome."
*Fatma Dogan ya tezgah ji xwe re vekiriye, li wir borek, patîle û cureyên din yên xwarinan çêdike û difroşe. Kesên jê dikirin jî bi dilrehetî dixwin.
*Hêza Jinên Beytûl Nehreyn HSNB (Mezopotamya) ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Sûryan, ji bo parastina jinên sûryanî têdikoşin. Fermandar Nîşa Kurye diyar kir ku, armanca wan ji bo gelê herêmê pêk anîna azadî û demokrasiye û gotin ku bi taybet ew dixwazin jinan biparêzin.
* Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ucayê diyar kir ku li dijî gelê Kurd êrîşek etnîkî hatiye destpêkirin û got: "Dewlet ji bo pêşî li rêxistina gel bigire di bin navê OHAL'ê de dest dide ser îradeya gel. Pêşiya siyasetê digirin û rê li ber şîdetê vedikin. Divê li dijî vê bêdeng nemînin."
*Li Taxa Kaynartepe hêzên dewletê Mala Lîstika ya Zarokan a Solînê wekî qereqolê bikar tinîn. Jinên taxê bertekên xwe nîşan dan û gotin ku, divê dewlet dev ji pêk anîn xwe berde û zarokên wan li Solînê di nava aramiyê de perwerdehiya xwe bibînin.
*Rojnameya Ronahî 6 sal li pay xwe hêşt, bi vê mebestê rojnamevanên Ronahiyê diyar kirin ku, bi encama xebatek berfireh, bi tecrûbe û kedên mezin wan navaroka rojnameyê dagirtiye.
*Jinên dema komkujiya Çernobîlê pêk hat li Rojhilatê Behrareş bûn gotin: "Kengî pençeşêr bû qedera gelê Behrareş wê demê dengê kesên rastî vedigot hat bihistin." Jinan gotin Çernobîl wek mijarek qedexe veguhertine tabuyê û ji bo rastî neyên veşartin bang dikin.