Girtina kanalên kurd hat şermezarkirin
16:59
JINHA
BRUKSEL – Li Brukselê bi tevlibûna xebatkarên Med Nûç TV ya ku hat girtin civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna ku hat lidarxistin de hat diyarkirin ku Eutelsat di nava hevkariyeke ku hiqûqa navneteweyî binpê dike de ye.
Di civîna ku li Brukselê ji aliyê Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ) ve hat lidarixistin de bertek nîşanî kanalên kurdan yên ku hatin girtin hat dayîn. Ji bo civîna ku hat li darxistin li gel xebatkarên Med Nûçe, Newro, Ronahî û Stêr TV yên kurd, ji Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (IFJ) jî Anthony Bellanger û gelek rojnameger tevli bûn.
Di civîna çapemeniye ya ku rojnameger û nivîskar Fusun Erdogan, Edîtorê Med Nûçe û nivîskarê Ozgur Gundemê Bakî Gul tevlibûn û axivîn de, Anthony Bellanger jî çavderiyên xwe yên li Tirkiyeyê vegotin. Anthony Bellanger diyar kir ku girtina TV , rojname û rojnamegerên muxalîf yên ku li Tirkiyeyê tên girtin mirov ditirsînin û wiha got: “ Lîstyeke Erdogan ya çewisandina rojnamegeran heye.”
Anthony her wiha bal kişand ser pêkanînên şîrketa Eutelsat’ê jî û ev tişt got: “ Eutelsatê hiqûqa navneteweyî binpê kir. Divê ku demek berî bi demekê dest ji vê helwesta xwe bedre.”
Piştî axaftinan Derbarê organên çapemeniyê yên kurd de sînevîzyonek hat nîşandan û kareyên zarokan ên di Zarok TV de demên hestewar dan jiyîn bi temaşevanan.
(gc/mk)