Li Hesekê serjimarî bi dawî bû

08:54

JINHA

HESEKÊ- Serjimariya ku li bajarê Hesekê duh sibehê destpêkiribû bi şev bi daxuyaniyek dawî bû.

Duh di saet 08.00’an de li bajarê Hesekê û herêmên girêdayî wê, bi rêveberina komîteya hejmartinê ya projeya “Ez li vir im” xebata serjimariyê dan destpêkiribû. Xebata ku Hesekê, gundan û herêma çiyayê Kezwanan, Til Bêder û Tilberek yên girêdayî Hesekê saet 05.30'an de bi aweyek serkeftî bi dawî bû. Piştî xebata serjimariyê qedexeyê derketinê ya li bajêr bi dawî bû û têkîldarê rêveçûna serjimariya li Hesekê Hevseroka Meclîsa Damezîrner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûr Sûriyeyê Hediye Yûsif daxuyanî da.

Hediyeyê diyar kir ku xebat bi awyek serkeftî bi dawî bûye û wiha got: "Me di 14‘ê cotmehê de serjimarî li bajarê Hesekê dabû destpêkirin. Em dibêjin ku hemû gel , hemû sazî li gor hişiyariya ku komîta amedekar dabû diyarkirin her kes li gorî wê tevgeriye. Li bajarê hesekê ev piroje serkeftî hate bi dawîkirin. Em tevahî mamosteyên xwe, endamên komîna , meclîsa û hemû saziyên ku di nava vê pêngavê cih girtin û herwiha hêzên Asayîşê û Hêzên parastina civakî yên ku ewlekariya vê projeyê girtine em spasiya wan tev dikin. Di heman demê de em spasî li gel û endamên çapemeniyê dikin ku heya dawî xebatê xwe kirin û serjmarî şopandin."

(ee-ls/rc)