ROJEVA 15'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*7 hezar û 500 parêzerên girêdayê Baroya Îzmîrê sibê ji bo rêveberiya nû ya baroyê diyar dikin diçin ser sindoqan. Namzetiya herî xurt a hilbijartinê Koma Parêzerên Hevdem a di rêveberiyê de bi temsiliyeta wekhev lîsteya xwe diyar kiriye, dertê pêş.
*Bi pêşengiya KJA'yê ji bo welatiyên Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Cizirê kampanya alikariyê hate destpêkirin. Berdevka KJA'yê ya Êlihê Songul Korkmaz banga piştgiriyê li her kesî kir.
* Ferîde Komurcu ya li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi zarokê xwe Diyar yê hîna sala xwe tije nekiriye re girtiye, li der ve jî 6 zarokên wê rêya wê dipên. Keça wê ya herî mezin Hurriyet niha berpirsyariya xwişk û birayên xwe girtiye, ligel vê nekarin biçin mala xwe jî.
*Pîrebokên Kampusê yên sala borî li DU'yê xwe rêxistin kirin îsal jî banga piştevaniyê li hemû jinan dikin. Din av xebatên îsal yên Pîrebokan de îsal qursên parastina cewherî jî cih digirin.
*Bedîa, Fatîma û Sabal ku ji zilma DAIŞ'ê reviyan û hatin Rihayê bi cih bûn têkoşîna jiyanê didin û gotin: "DAIŞ dijminê jinê ye. em ji destê wan xilas bûn. Lê emê li vir jî ji birçîna bimirin."
*Li Lubnanê Akademiye Cîhana Nû di Bernameya Xwendinê ya ku tecrubeyên cuda dike mîvan de vê mehê li ser têkoşîna jinên Kurd û şoreşa jinan a Rojava nîqaş kirin.
*Li navçeya Şaxê ya Wanê li gundê Xûmarê çanda gundewar a tevn û teşiyê bi destê jinan tê jiyîn.
*Aysun Paksoy ku li dijî pençeşêra memikan têdikoşe, di heman demê de parêzvana mafê jiyanê ye.Aysun di çalakiyên li dijî santrolên hîdroelektîrîk û santrala nukleerê de cih digire got: "Ez çawa bi nexweşiya xwe re têdikoşin bi heman awayî li dijî projeyên wêrankirina xwezaya Behrareş jî têdikoşim. Wê Behrareş jî qezenc bike ez jî."