Kampanya yê piştgiriyê ya ku ji aliyê KJA'yê ve hatî destpêkirin didome
09:03
JINHA
ÊLIH - Bi pêşengiya KJA'yê ji bo welatiyên Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Cizirê kampanya alikariyê hate destpêkirin. Berdevka KJA'yê ya Êlihê Songul Korkmaz banga piştgiriyê li her kesî kir.
Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo welatiyên Nîsêbîn, Sûr, Cizîrê û Şirnexê dest bi kampanya alîkariyê kir. Jinên êlihî jî di çarçoveya kampanyayê de li gelek tax, navçe û gundan xebatên kampanyayê dan destpêkirin û ji bo berhevkirina alîkariyan ketin nav lîv û tevgerê. Berdevka KJA'yê ya Êlihê Songul Korkmaz derbarê kampanya ku dan destpêkirin de agahî da û diyar kir ku bi hatina zîvistanê re divê pêdiviyên welatiyan bi cih bên anîn.
'Divê em gel bi tenê nehêlin'
Songulê got ku bi şerê li heremên rêveberiya xweser bi hezaran welatî ji cih û warên xwe bûn û bê mal û xanî man e. Divê bi hatina zîvistanê re pîşgiriyê bidin têkoşina wan. Songulê bal kişan ser rewşa welatiyên ku ji cihên xwe koç bûne û wiha axivî: "Bi şerê qirêj re bi hezar walatiyên me yên li Şirnex, Cizîr û heremên din dijiyan bê star man. Niha demsala zîvistanê tê û hewa sar dibe. Bi sedan jin, zarok û kal di bin konan de dijin. Divê em alikariya wan bikin û wan bi tene nehêlin."
'Li hemberî desthîlatdariyê têkoşiyane'
Songulê destnîşan kir ku li gorî pêdiviyên welatiyan alikariyê dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Wekî ku tê zanin li qadên rêberiya xweser bajarên me hatin şewîtandin û talankirin. Welatiyên ku li Sûr, Cizir û Şirnexê dijin bi hatina zîvistanê re li benda alikariya me ne. Wan li hemberî desthîlatdariyê heya dawiyê li ber xwe dan. Divê em jî piştgiriyê bidin wan û bi wan re têkoşînê bimeşînin. Me di 9'ê tebaxê de standa kampanyayê vekir û ji wê demê ve em bê navber kampanya xwe berdewam dikin. Li çar aliyê Êlihê ev kampanya hatiyê belavkirin û xebat tên meşandin."
'Divê pêvajoyê de mil bidin hev'
Songul bilêv kir ku divê her kes xwe ji welatiyan berpirsiyar bibîne, çi bikeve ser milê wan wan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Divê em bi hevkariya xwe, nişan bidin ku em her tim bi wan re ne. Pêdiviya gel bi betani, kinç, xwarin û xureka zivistanê heye. Bi taybetî jin em, em bang li hemû kesî dikin ku ji bo welatiyên Sûr, Cizîr û Nîsêbînê mil bidin milên hev û kampanyayê geştir bikin. "
(ho/mk)