6 zarokên din yên Ferîdeyê li derve wê dipên
09:05
JINHA
MÊRDÎN - Ferîde Komurcu ya li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi zarokê xwe Diyar yê hîna sala xwe tije nekiriye re girtiye, li der ve jî 6 zarokên wê rêya wê dipên. Keça wê ya herî mezin Hurriyet niha berpirsyariya xwişk û birayên xwe girtiye, ligel vê nekarin biçin mala xwe jî.
Ferîde Komurcu kul i girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye di 26'ê îlonê de li gundê Tilbisim a Dêrika Mêrdînê di serdegirtina malê de hat girtin. Ferîde, bebek Diyar û kurê wê yê 15 salî hatin binçavkirin. Ferîde bi kurê xwe Diyar re ku hîna sala xwe tije nekiriye hat girtin. Bi Mahsum re 6 zarokên wê li derve dayika xwe dipên. Zarok, dayik û birayê xwe yê biçûk difikirin û Ferîde her roj ji bo zarokên xwe fikaran dijî.
'Di binçavan de dengê birayê min dihat'
Kurê Ferîdeyê, Mahsum yê 15 salî got: "Li nêzî rêya gundê me teqînek pêk hat. Wê rojê saet li dora 10.00'an min sewal çêrand û ez hatim malê. Piştre leşkeran bi ser gunde girtin. Di serdegirtinê de ez, dayika min û birayê mi yê biçûk hatin binçavkirin. Mala me serobino kirin. L imin û dayika min xistin. Heqeret l ime kirin. em di cigehkî tarî de hiştin. Digotin 'teqîn we kiriye'. 10 roj şûnde ez berdam, dayika min girtin. Di binçavan de min dayika xwe nedît. Dengê birayê min dihat. Carna wisa digiriya me guhê xwe digirt."
'Dayik û birayê min bê sûc tên girtin'
Keça herî mezina malê Hurriyet niha li xwişk û birayên xwe dinêre. Huriyetê got: "Ez wê rojê çibûm min pembo berhev dikir. Ez hatim malê dayika min û birayên min tinebûn. Bi rojane min dayik û birayê xwe nedîtiye. Ji wê rojê şûnde ji ber em ditirsin em naçin malê. Em li mala bapîra minin. Em 7 xwişk û birane. Diyar hîna yek saliye. Ew jî hat girtin. Me pir bêriya dayika min kiriye. Agît dibêje'ger dayika min û diyar bên, ez êdî li Diyar naxim.' Me dayika min bêguneh û sûc e. Bila serbest bên berdan. Daxwaza me eve."
(ea-ce/hu)