Pîrebokên Kampusê yên Dîcleyê banga piştevaniyê dikin

09:06

JINHA

AMED - Pîrebokên Kampusê yên sala borî li DU'yê xwe rêxistin kirin îsal jî banga piştevaniyê li hemû jinan dikin. Din av xebatên îsal yên Pîrebokan de îsal qursên parastina cewherî jî cih digirin.

Pîrebokên Kampusê kul i dijî pirsgirêkên jin dijîn xwe rêxistin kirin li Zanîngeha Dîcleyê jî xwe rêxistin kirin. li D.U wek komeke serbixwe sala borî hatin cem hev û îsal jî li kampusê afîş daliqandin û banga piştevaniyê li jinan kirin. pîreboka kampusê Dîlan Şahîn got ji roja hatine rêxistinkirin xebatên wan ji aliyê jinan re rastî eleqeyek mezin tê û got: "Li Kurdistanê ji xwe têkoşîna jinan heye. Me jî xwest em li kampusan vê berdewam bikin. Ev kom ji jinên kul i dijî zext, taciz û her cureyê şîdetê disekinin pêk tê.

'Xebat wê îsal bidomin'

Dîlanê diyar kir ku wan xebat û kampanyaya xwe li Sûrê dane destpêkirin û kampanyaya piştevaniyê ya sala borî ji bo Sûrê kirine jî bibîrxist. Dîlanê wiha got: "Em bi kampusan ne sînorin. Emê van îsal jî bidomînin. Emê qursên xwendin, paqijî û parastina cewherî bidin."

'Em dikarin zîhniyeta serdest bişikînin'

Dîlanê bang li hemû jinên Zanîngeha Dîcleyê kir ku li dijî taciz û tecawizê bibin yek û got divê li dijî zextan dakevin qadan. Dîlanê da zanîn ku ew bi têkoşînê dikarin zîhniyeta serdest ya mêr û saziyên wê bişikînin."

(mm/hu)