Têkoşîna jinên kurd li Lubnanê hat nîqaşkirin
09:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Lubnanê Akademiye Cîhana Nû di Bernameya Xwendinê ya ku tecrubeyên cuda dike mîvan de vê mehê li ser têkoşîna jinên Kurd û şoreşa jinan a Rojava nîqaş kirin.
Li paytexta Beyrut a Lubnanê Akamediya Cîhana Nû cihekî ku cih dide perwerdehiya alternatîf û tevgeran ne. Di akademiyê de her meh bi Bernameya Xwendinê re jig elek deverên cîhanê aktîvîst bi gotûbêjin 'Hadî em derbarê hewayê de biaxvin' tên cem hev û tecrubeyên xwe parve dikin. Di akademiya ku bi piştgiriya Samer Frangîe ji aliyê Marwa Arsanîos ve hat avakirin de mijara Zayenda Civakî û Netewperestî her hefte bi tecrubeyên cuda ji nîqaşê re tê vekirin.
Mîvanê vê hefteyê ya beşa gotûbêja bi ser navê 'Ekofemînîzm û demokrasiya bê dewlet' Têkoşîna Jinên Kurd şoreşa jinên Rojava bû. Nûnera Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek û ji Tevgera Jinên Kurd Dilar Dîrîk wek axaftinker beşdar bûn û moderatoriya gotûbêjî jî Dîma Hamadeh kir.
Nirxandinên Meral û Dilarê ji aliyê guhdarvanan ve rastî eleqeyê hat.
(gd/hu)