Li gorî walî ji bo gelê Şirnexê çêkirina xaniyan ‘daçonek vala’ ye

10:26

JINHA

ŞIRNEX - Walîtiyê projeya Şaredariya Şirnex a avakirina 400 xaniyên ji bo gelê Şirnexê werin çêkirin bi hinceta, "Çavkaniyên cemaweriyê beredayî were bikaranîn" red kir û destûrê nade ku şaredarî vê projeyê pêk bîne.

Li Şirnexê qedexeya derketina derve 216 roj li pey xwe hişt û piştî dawîbûna şerê li bajêr bi mehan e hilweşandin berdewam dike. Bi taybetî li taxên Dîcle, Bahçelîevler, Cumhuriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenî û Yeşîlyurtê sedê 70 malên gel hatine hilweşandin. Dewleta ku ji sedî 70'ê Şirnex xerakiriye li hemberî avakirinê jî polîtîkayên dijminahiyê xistiye dewrê. Şaredariya Şirnex a ku xwest ku li ser arsayê şaredariyê ku li derveyî bajêr e 400 xaniyan ava bike lê Walîtiya Şirnexê bi hinceta dê, "Çavkaniyên kamuyê beredayî were bikaranîn" destûr neda.

Hevşardarê Şirnexê Serhat Kadirhan derbarê astengkirina projeya şaredariyê de got ku dema wesayîtên wan dest bi kar kir ji aliyê posalîn ve hatin astengkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi hezaran kes di konan de dimînin. Ji ber ku em gel ji seqemê biparêzin me xwest em projeyek ku qasî 400 avahiyan pêk tê çêbikin û hemû amadekariyên me qediyabûn. Lê dema ku wesayîtên me yên kar dest bi kar kirin ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin û destûr nedar karkerên me bixebitin."

'Walîtiyê projeya me ya ji bo gel çêkirina xaniyan red kir'

Serhat destnîşan kir ku piştî astengkirina polîsan wan ji walîtiyê re nivîsa fermî şandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser vê me ji Walîtiya Şirnexê re nivîsek şand û me ew agahdar kirin ku em ê perojeya xwe ya ku ji 400 malan pêk tê bêxin meriyetê û çêkin. Piştre walîtiyê bi rêya telefonê li me geriya û got heya ew derbarê mijarê de biryarekê newegirin dê destûrê nedin çêkirina xaniyan.”

(kom/zt)