Cenazê Başak hat dîtin

12:15

JINHA

STENBOL – Cenazê jina trans Başak a ku çar rojin windabû hat dîtin.

Cenazê jina trans Başak a ku çar rojbun agahî jê nedihat girtin di Gola Kuçukçekmece ya Stenbolê de hat dîtin. Bi dayîna îlana windabûnê ya hevalên Başak re lêgerînê despêkir. Hat zanîn ku dema hevala Başak Oyku Ay çu Saziya Tiba Edlî hînbûye ku bedena Başak a bêcan di golê de dîtine.

Li gorî nûçeya ser KaosGL.org'ê aktivista trans Oyku Ay, di çarçoveya karê kirî de çuye Saziya Tiba Edlî û got: “Beriya min pênc deqeyan cenaze çuye wê. Me teşhîs kir, masîvanan di golê de dîtiye. Nayê zanîn ka çawan avêtine golê. Ew tazî di golê de dîtine. Polis hatin me îfade da. Me carekdinê wêneyên wê nîşan dan.”

(zt)