Li Zanîngeha KOU jî OHAL îlan kirin!
15:45
JINHA
KOCAELÎ - Rektoriya KOU, bi îdîaya "Dê çalakiyên provokatif pêk bên" hemû çalakiyên li zanîngehê qedexe kir.
Rektoriya Zanîngeha Kocaeli (KOU), piştî di 11'ê Cotmeha 2016'an de komek xwendekarên zanîngehê li kampusa Umuttepe belavok belav kirin û rastî êrîşa nijadperestan hatin, bi îdîaya "Dê çalakiyên provokatif pêk bên" hemû çalakiyên li zanîngehê qedexe kir. Rektoriyê di daxuyaniyê de diyar kir ku li hemû kampusên zanîngehê çalakiyên wekî miting, civîn, stant, vekirina konan, daxuyanî, çalakiya rûniştinê, konser, belavok, afiş û pankart tev di pêvajoya OHAL'ê de hatiye qedexekirin.
(zt)