KJAR 2'yemîn Kongreya xwe pêk anî
16:21
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR'ê 2'yemîn Kongreya xwe bi dirûşmeya "Bi Rêbertiya Azad re li Rojhilat şoreşa Jinê Pêk bînin" li dar xist û bi daxuyaniyek nivîskî pêk hatina kongrê raghand û hat gotin ku ew kongreya xwe di şexsê Bêrîvan Hêja û Zîlan Serdeş de diyarî tevahî tevahî jinên ku di oxirê înşakirinê de jiyana xwe ji dest dane dikin.
Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistan (KJAR) 2'yemîn Kongreya xwe bi dirûşmeya "Bi Rêbertiya Azad Li Rojhilat Şoreşa Jinê Pêk Bînin" di navbera 12-14'ê cotmehê de pêk anî. Kongreya piştî deqeyeyek rêzgirtinê bi perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam kir.
Di kongreyê KJAR’ê de peyama koordînasyona KJK’ê hate xwendin. Koordînasyona KJK, 2. Kongreya KJAR’ê bi coş, îddîa û bi biryariya Şoreşa Jinê ya Rojava slav kir û xeta berxwedanê ya rêhevalên wan yên jiyana xwe ji dest dane yên Rojhilatî ku di kesayeta Şîrîn Elemhûlî de li ser bingehê xeta Sara pêş dikeve û her ku diçe civakî dibe slav kir. Her wiha Koordînasyona KJK’ê pêvajoya ku têre derbas dibin ji bo jinê bi awayekî xurt nirxand, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî li Îranê, li hemberî pirsgirêkên ku jin dijîn, derbarê bihêzbûyîna çareserî û îradeya KJAR’ê hatiye sekinandin û her wiha li ser berpirsiyariya KJAR a ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê şoreşa jinê pêk bîne hate destnîşankirin.
Piştî peyamê, rapora rêvebiriya KJAR’ê ya nirxandina 2 salan hate xwendin û derbasî rojeva pêvajoya siyasî hate kirin. KJAR’ê diyar kir ku pêvajoya ku ew têre derbas dibin, karakterê serdemê, weke jin jiyankirina pirsgirêkên civakî û li hemberî vê ferasetên çareserî û alternatîfbûyînê, di vê rojevê de bi kurahî gotûbêj kirin. Li rojhilatê Kurdistanê û li Îranê, rewşa ku jin tê de ye bi berfirehî hatiye destgirtin û di serî de di qadên birdozî, siyasî, aborî û parastina cewherî, di hemû qadan de girîngiya birêxistinbûyîna jinê hatiye destnîşan kirin. Kongre, şert û mercên esaretê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê de ye nirxandiye, li ser bingehê bi dawîkirina vê yekê, li ser pêdiviya bi ser de çûyîna înşaya netewa demokratîk derxistiye holê.
Di Kongre ya KJAR’ê de herî zêde li ser çareserkirina pirsgirêkên civakî nîqaş hatin kirin. Her wiha li ser esasê avakirina netewa-demokratîk, bêtir li ser pêkhatebûyîna KJAR’ê hatiye sekinandin û esas hatiye girtin, divê xwedî qadên siyasî, aborî, civakî, ekolojîk, hiqûq, çand û huner, parastina cewherî, dîplomasî û perwerdeyê de xwe birêxistin bike. Hevparîbûyîn û hevgirtina jinê jî di kongreyê de hatiye dest girtin. Bi bingeha siyaseta demokratîk bi rêxistin, tevger û şexsiyetan re ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hene, pêşxistina feraseta hevparîbûyînê hatiye destnîşan kirin.
KJAR, li ser vî esasî bi hemû rêxistin û şexsên antîfaşîst û antîkapîtalîst re wê di nav hevgirtin û hevparîbûyînê de be. Kongre bi nirxandina xebatên 2 salane yê KJAR’ê, ji bo dema pêş, xwe gihand plansaziyeke bêtir berfireh. Hevpeymana KJAR ji nû ve hate dest girtin, rêvebiriya KJAR a ku ji 12 kesan pêk tê, di kongreyê de hate hilbijartin.
Kongre bi hemû coş û moral berdewam kir, herî dawî jî bi drûşmeyên "Bijî Serok Apo" , "Bê Serok Jıyan Nabe" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.
(rc)