ROJEVA 16'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Rêvebera Kongreya Gel Şehnaz Ebdo têkîldarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê nirxandin kir û got: "Tecrîd di şexsê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan de li hember tevahî gelê kurd û azadîxwaz pêk tê."

*Li Zonguldakê du jinên li yurdên KYK'ê diman hatibûn revandin û li ser vê jinan serî hildan û gelek qezenc bi destxistin. Xwendekaran gotin wan xwe rêxistin kirine û xurt bûne û wê bi vî awayî pêşî li êrîşan bigirin.

*KJA'yê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyaya 'Ez xwedî li rêbertî, xak û azadiya xwe derkevin' dan destpêkirin û bang kirin ku divÊ hemû jin di vê pêvajoya zehmet de xwedî li xak, azadî û rêbertiya xwe derkeve.

*Li Mêrdînê ji aliyê komeke jinên Suryanî ve rojnameya sê mehan carê dertê Neshe (Jin) hejmara wê ya cotmehê derket. Kedkarên Neshe diyar kirin ku armanca wan eve ku di serî de pirsgirêkên jinên Suryanî û hemû jinan bigirin dest û diyar kirin ku ew plan dikin ku veguherin rojnameya mehane û ji ber vê jî piştgiriyan dipên.

*BÎGK îsal xwe ji bo 6'emîn konferansê amade dike û got: "Yek ji encamên şer tenêtî, tenê hiştin û îzolekirine. Lê şer û şîdeta ku bilindkiriye, bedela otorîterbûnê hemû kes bi awayên cuda didin. Ji bo em van hemûyan bi hev re biaxivin û bêhêvîtiyê ji holê rabikin divê em bên cem hev û nîqaş bikin. Em hemû jinan vexwendiyê konferansê dikin."

*Evîn Hesekê (Henadî Mihemed Hesen) her kes bi rûkeniyê ew naskiribû, ji ber bibû çavkaniya hêz û moralê di dilê hewirdora xwe de. Dayika wê Ixlas Yûsûf got: "Taybetmendiya wê ya herî balkêş cesareta wê bû. Serê min bi keça min bilinde. Ji ber ku keça min dema parastina welatê xwe dikir şehîd ket. Ev yek ji bo min rûmet û serbilindiye."

*Karkerên demsalî yên jin ku her demsal di karên cuda de dixebitin gotin: "Em ji mêran tiştekî napên. Ji ber ku em ji wan xurtirin." Jin bi vê yekê jî li dijî mêtîngeriya mêr serî hil didin.

* Rojnemevanên Kantona Kobanê têkîldarê êrîş û zextên dewleta Tirkiyeyê ya li ser dezgehên çapemeniya azad û girtina televîzyon û radyoyan nirxandin kirin.

*Li çiyayê Şengalê şervana YJŞ'ê Vînar Kawroj diyar kir ku ew li hember dagirkeriya çeteyan xwe bi rêxistin dikin û hêza parastinê mezin dikin. Vîınarê got: "Mezinbûna YJŞ'ê tolhidana tevahî jinên dîlgirtî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne."