Li Zonguldakê serhildana xwendekarên jin encam girt
09:03
Habibe Eren/JINHA
ZONGULDAK - Li Zonguldakê du jinên li yurdên KYK'ê diman hatibûn revandin û li ser vê jinan serî hildan û gelek qezenc bi destxistin. Xwendekaran gotin wan xwe rêxistin kirine û xurt bûne û wê bi vî awayî pêşî li êrîşan bigirin.
Li Zonguldakê du jinên li yurdên KYK'ê diman hatibûn revandin. Li Yurda ku hezar û 600 xwendekarên jin dimîne, diyar kiribûn ku bi karkerên ji bo înşatê dixebitin re diman û gotin her tim rastî tacîzê dihatin. Xwendekarên jin diyar kirin k udi rojên borî de 5 kesên rûpuş yên di wesayîta markaya Tofaşê de li ber yudê payîne û jinek revandine û ji ber vê îxbar kirine.
Li ser vê bûyerê xwendekarên jin derketin ber yurdê û bertek nîşan dan. Li ser vê têkoşînê çend roj şûnde gumanbar hatin girtin. Endama Kolektîfa Xwendekaran Begum Kutlukdoganê bûyer ji JINHA'yê re vegot.
Begumê got bûyer di şeva 8'ê cotmehê de pêk hatiye û jina hatiye revandin jî heman şevê hatiye dîtin û got di 10'ê cotmehê de jî dîsa qêrîn hatiye bihistin û li ser vê xwendekar derketine ber yurdê. Begumê wiha got: "Jinan dîtiye ku 4-5 mêr bi rev ketine wesayîtê û çûne. Gotine belkî jinek revandine û agahî dane polîs."
Jin ketin çalakiyê
Begumê wiha got: "Piştî şeva 8'ê cotmehê hevalên me yên jin ketin nava tevgerê. Ev bûyerên li pey hev pêk hatin em xistin fikaran. Li ser bûyera 10'ê cotmehê em ketin çalakiyan."
Polîs astengî derxist!
Begumê di berdewamiyê de wiha got: "Em ji bo mezinkirina piştevaniyê çûn ber yurdê. Rayedarên yurdê û emniyetê agahî nedan me. Me xwest em aqûbeta bûyeran hîn bikin. her wiha me got hîna ewlehiya yurda ku înşata nayê girtin, li rêyan lampe tine û di çûyîn hatine zanîgehê de guzergahên rawestgehan dure. Lê emniyet û rayedarên yurdê kolektîfa Jinan nîşan da û gotin di nav we de provakator hene. Lê vê piştevaniya me ji hev nekir."
'Me qezenc bi destxistin'
Begumê bi lêv kir ku roja din forumek jinan pêk anîne û got hem pirsgirêkên teknîkî yên yurdê û hem jî zextên li ser jinên li yurdê dimînin axivîn eû got daxwazên xwe ava kirine û ev daxwaz bi daxuyaniyekê îlan kirine û çûne cem jinên din yên yurdê. Begumê wiha berdewam kir: "Me daxwazên xwe bi daxwaznameyekê û niha li yurdê daxwazname tên îmzekirin. Em van didin midûriyeta KYK'ê. Her wiha me bi saya vê piştevaniyê gelek qezenc bi dets xist. Emê vê piştevaniyê hîn mezintir bikin."
(hu)