KJA: Divê jin xwedî li kampanyaya li dijî tecrîdê derkevin

09:04

Gulfidan Ataman/JINHA

STENBOL- KJA'yê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyaya 'Ez xwedî li rêbertî, xak û azadiya xwe derkevin' dan destpêkirin û bang kirin ku divÊ hemû jin di vê pêvajoya zehmet de xwedî li xak, azadî û rêbertiya xwe derkeve.

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi boneya dij tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyaya 'Ez xwedî li rêbertî, xak û azadiya xwe derkevim' kampanya da destpêkirin û didome. Li Stenbolê di çarçoveya kampanyayê de 20 hezar îmze hatin komkirin û jinan di rojên borî de têkildarî vê de daxuyaniyek dan û îmzeyên berhevkiribûn şandin ji CPT re. Ji KJA'yê Gulîstan Aydinê diyar kir ku ji bo kampanyaya 6 meh berê dane destpêkirin xebatek mezin dimeşînin.

'20 hezar îmze şandin CPT'

Gulîstanê diyar kir ku ev salek û nîve agahî ji rêbertiya nayê girtin û got: "Gelê Kurd nekarîbû li dijî vê temaşevan bimîne. Me xebatên xwe bi gelek civîn û daxuyaniyan meşand. Me kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Me îmzeyên berhevkirin şandin CPT re. Em bêdengiya CPT ya li dijî vê jî qebûl nakin. Bêguman divê CPT bê alî tevbigre û hatina wan ya li Tirkiyeyê û beyî hevdîtina bi rêbertiyê re nayê qebûlkirin."

Gulîtsanê wiha berdewam kir: "Piştî 15'ê Tîrmehê fikarên me yên ji bo Îmraliyê zêde bûn. Spekulasyonên wekê êrîş hatiye kirin pêk hatin. Bi vê re bi pêşengiya KJA'yê re li Kurdistanê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Em dikarin bêjin ku grevan encam da. Bêguman hesabên dewletê hebûn. Lê dema mijar greva birçîbûnê di rayagiştî ya cîhanê de deng da. Ji bo pêşî li vê girtin di cejnê de bi malbatê re hevdîtin hat kirin. lê ev nayê wateyê ku emê rehet tevbigerin. Di encamê de hevdîtinek qels bi malbatê re hat kirin. em dxiwazin her hefte hevdîtin pêk bên."

Ji bo hemû jinan bang

Endama Koordînasyona KJA'yê ya Herêma Yekemîn Besra Îşseverê jî got kampanyaya destpêkirine yek ji lingekî girîng yê jibo şikandina tecrîdê ye û got: " kampanyaya me di 14'ê Tebaxê de da destpÊkirin bi çalakiyên nobetê, panel û kampanyayên îmzeyan didomin. bi taybet em girîngiyê didin civînên jinan. lingê girîng yê azadiyê jin ava dikin. divê hemû jin di vê pêvajoya dijwar de dakevin qadan û xwedî li rêbertiya xwer derkevin."

(hu)