Ji bo jinên Suryanî bîhnek: Neshe
09:05
Ceylan Eraslan-Esra Aydın/JINHA
MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji aliyê komeke jinên Suryanî ve rojnameya sê mehan carê dertê Neshe (Jin) hejmara wê ya cotmehê derket. Kedkarên Neshe diyar kirin ku armanca wan eve ku di serî de pirsgirêkên jinên Suryanî û hemû jinan bigirin dest û diyar kirin ku ew plan dikin ku veguherin rojnameya mehane û ji ber vê jî piştgiriyan dipên.
Neshe di 2014'an de li Mêrdînê dest bi weşanê kir. Neshe di serî de pirsgirêkên jinên Suryanî û hemû jinan tîne ziman. Neshe bi Suryanî tê wateya 'Jin' û bi 3 hezar tirajî 6 rupel dertê. Di rupa dawî de bi Suryankî dertê û ev rojname bi rojnameya mehane ya Sabro re dertê. Neshe jinên Suryanî yên di dîrokê de cih girtine yên serkeftî dide nasîn û ji Seramîsê heta Îştarê, ji Zennubyan heta Teodorayê gelek jinan vedibêjin. Her wiha ji zimanê serdest yê mêr jî dûre.
Di hejmara meha cotmehê de nivîsa li ser Sempozyauma Jina û Jiyana Bi hevra ya Komeleya Piştevanî û Çandî ya Turabdîn pêk aniye, xebatên SURKADÎM, nivîsa Talîta Gouriye ya 'Pirsgirêka Rojhilata Navîn û Jin' û nivîsa Melîke Bîsîletçîler a 'Jin û Kesbûn' cih digire. Her wiha di rojnameyê de ji pirtûka 'Perspektîfa azadiyê ya Îştaran \Jina Suryanî) jî beş cih digirin. Gerînendeya giştî ya rojnameyê jî Aynur Ozgun û ji teknînê jî Nînve Ozgun berpirse.
Rojnameya jinên Suryanî Neshe…
Songul Gurkan ya Neshe amade dike got: "Em pirsgirêkên jinên Suryanî û hemû jinan digirin dets. Hedefa jinên Suryanî her tim hebû ku rojnameyekê derxîne. Ev jî bi projeya Yeketiya Ewropayê ket jiyanê. Piştî proje qedya me bi derfetên xwe rojname derxist. Em 5 jinan re dixebitin. Nivîskarên me Melîke Bîsîkletçîler, Aybenîz Karataş û Talîta Gouriye. Ji bawariyên cuda jî jin cih digirin."
'Em dixwazin veguherin dibistanê'
Songulê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di beşa mîzanpaj û arşîvê de jî dixebite û got bi piştgiriya dildarên ji Tirkiye û Ewropayê xwe ji bo weşanê amade dikin. Songulê da zanîn ku bi hejmara meha cotmehê re ev dibe hejmara 10'emîn û got niha plan dikin ku rojnameyê mehane derxînin. Em dixwazin Nesheyê veguherin dibistanekê."
Songulê di dawiya axaftina xwe de got yên herî baş jinan bînin ziman dîsa jinin.
Kesên dixwazin xwe bigihînin rojnameya Neshe li ser navnîşana surkadim@outlook.com dikarin peyda bikin.
(hu)