'Mezinbûna YJŞ'ê tolhildana tevahî jinên dîlgirtî ne'

09:10

Îlham Hecî/JINHA

ŞENGAL- Li çiyayê Şengalê şervana YJŞ'ê Vînar Kawroj diyar kir ku ew li hember dagirkeriya çeteyan xwe bi rêxistin dikin û hêza parastinê mezin dikin. Vîınarê got: "Mezinbûna YJŞ'ê tolhidana tevahî jinên dîlgirtî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne."

Jinên êzidî yên ku piştî Fermana 74'an di warê leşkerî û civakî de xwe bi rêxistin kirine, di qadê parastinê de cihek aktîf girtin. Jinên êzidî yên ku di sala 2015'an de bi navê YPJ-Şengal xwe bi rêxistin kiribûn, di 2016'an de jî bi navê Yekîneya Jinên Şengalê (YJŞ) biryarê mezinkirina rêxistinbûna xwe girtin. Şervana Yekînya Jinên Şengalê (YJŞ) Vînar Kawroj diyar kir ku, wan piştî fermanê bi armanca tolhildana jinên êzidî yên ku dîl ketine destê çeteyên DAIŞ'ê xwe bi taybet di warê leşkerî de bi rêxistin kirine û wiha got: "Li ser vî bingehî me konferansa xwe li dar xist û xwe wek YJŞ'ê bi nav kir. Di konferansê de em dikarin bêjin îradeyek me ya xurt derket holê. Jinên êzidî bawer kir û bi çavê xwe dît ku bi rastî hêzek wan ya xwe paristinê heye. Jina Êzidî êdî gihiştiye wê astê ku dikare xwe bi rêve bibe û parastina xwe bike."

'Tevlîbûna hemleya Minbicê nîşana asta rêxistinbûna jinên êzidî ye'

Vînarê da zanîn ku ew wek şervanên YJŞ'ê li hember dagirkeriya çeteyan tevlî operasyona rizgarkirina Minbicê bûne û wiha axivî: "Dibe ku nebûye salên dirêj ku me xwe bi rêxistin kiribe. Lê belê ez dikarim bêjim ku me gavên mezin avêtine. Ji ber me wek jinên êzidî gelek êş azar jiyan kirine. Em naxwezin tu jin wek me azar û êşên wiha bijî. Armanca tevlîbûna me ya operasyonê ew e ku, di dema êrîşa çeteyan ya li ser Şengalê gelek jinên êzidî dîlgirtin û birin bajarê Minbicê. Hem ji bo yekîtiya me ligel YPJ'ê bi hêztir bibe, hem jî ji bo tola jinên êzidî me cihê xwe di operasyonê de girt. Ev tevlîbûn nîşaneya asta ku jina êzidî xwe bi rêxistin kiriye. Em wek YJŞ'ê amede ne ku pêwistiyê paristina jinan li kur hebe em ê biçin. Çawa jina êzidî li Minbic şer kir dikare bi wê hêza xwe li her derê şer bike û wê deverê azad bike. Ev cara yekem di dîroka Êzidiyan de jin xwe bi rêxistin dike û artêşa xwe ava dike û çekê radike. Ji dijmin xwe paratin erkek pîroze. Bi avakirina YJŞ'ê re jinên êzidî li tevahî cîhanê hatin naskirin."

'Bi mezinbûna YJŞ'ê re em ê DAIŞ'ê têk bibin'

Vînarê bi lêv kir ku armanca wan azadkirina Êzidîxanê ye û wiha pêl da gotina xwe: "Di demê pêş de em ê sazî û rêxstinên xwe mezintir bikin û li gorî wê gav bavêjin. Niha gelê me penaber bûne û li herderê belav bûne. Em dixwazin carek din wan vegerînin Şengalê. Da kû bizanin cihê Êzidiya yê herî esasî Şengale. Gotinek ya kal û pîran heye dibêjin 'Yek dest dengê wê tuneye'. Ji ber vê divê gelê êzidî dest bidin destê hev û yekîtiya xwe bi hêzbikin. Bi hezar salan me parastina xwe nekir, kesên derve de hatin paristina me kirin. Me ji vê yekê bawer kir, lê dawî de me bi çavê xwe dît ku, em xwe neparêzin kes parastina me nake. Em niha gihane wê astê xwe biparêzin. Çawa em tevlî operasiyona rizgarkirina Minbicê bûn em ê wisa jî tevlî oparasyona Mûsilê jî bibin. Em ê tola wan 19'e jinên ku bi saxî di qefesan hatibun şewitandin hilînin. Her kes ango her hêz û dewlet di bêje Şengal ya mine û ji xwe gelê Êzidî bê hêze û civakakî bê paristine. Yên ku bûne deshiladar despêkê hêza xwe li ser gelê me ceribandine. Bila hemê hêzên hegomonîk baş zanibin, em êdî ne wek berê ne."

Banga tevlîbûnê hat kirin

Vînarê di dawiyê de bang li malbatên êzidî kir ku pêşî li ciwanan vekin da ku tevlî YJŞ'ê bibin û wiha domkir: "Ez bang li tevahî ciwanên bi şeref û namûs dikin ku, bila werin tevlî nav refên YJŞ û YBŞ'ê bibin. Em bi hevre di çeperan de ji bo azadiya xaka xwe şer bikin. Em tola wen jin û dayîkan rakin û Şengalê bi temamî rizgar bikin. Em li van deştan wek Bêrivan û Berxwedan şer bikin û dawî li herîkîna rodikên dayîkan bînin."

(rc)