Rojnemevanên Kobanê: Plana dagirkeriyê tu car bi ser neket

09:11

Berçem Ebdul Qadir/JINHA

KOBANÊ- Rojnemevanên Kantona Kobanê têkîldarê êrîş û zextên dewleta Tirkiyeyê ya li ser dezgehên çapemeniya azad û girtina televîzyon û radyoyan nirxandin kirin.

Li ser biryara KHK'ê weşanên Med-Nûçe, TV 10, Zarok, ÎMC, Hayatın Sesî, Jiyan, Azadi, Ozgur Gun, Denge, Van, TV, radyoyên wekî Gun, Ozgur û Ses, Dunya, Karacadag, Ozgur Guneş, Rengîn û Dogu jî di navde 12 televîzyon û 11 radyo yên bakûrê Kurdistanê hatin girtin. Rojnamevanên Kantona Kobanê têkîldarê zext û êrîşa dewletê ya li hember çapemeniya azad nirxandin kirin û diyar kirin ku li ser zext û hesabên dewleta Tirkiyeyê Newroz TV jî hatiye girtin û wiha gotin: "Beriya wê jî pir dezgehên ragihandinê hatin girtin. Pir eşkere ku sazî û dezgehên ku rastiyan derdixin holê, rastê êrîşa AKP'ê hatine. Dewleta Tirkiyeyê naxwaze qirêjiya wî derkeve holê. Ji ber rojane komkujiyan pêk tîne."

'Êrîş dê bê encam be'

Rojnamevana Ronahî TV'yê Perwîn Baqî anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê êdî bê ser û ber êrîş hember rojava jî pêk tîne û wiha got: "Çiqas êrişê ragihandina azad bikin û li ser rojnamevanan zext bikin jî, dê bê encam bimînin. Çawa ku berê hevpîşeyên me şehîd kirin, bi şûna wan bi dehan rojmevanên din hatin. Em îro jî li ser şopa Apê Mûsa, Denîz Firat, Ferhat Tepe û Agirî Yilmazan dimeşin. Çiqas dijmin êrîşî me bike jî em ê şopa rastiyê ber nedin û wan derxin holê."

'Ji pêşeroja zarokên me ditirsin'

Endama radyoya Dengê Kobanê Xeznê Celal jî di serî de girtina tv û radyoyên li bakûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û wiha axivî: "Ji bo civak bi rastiyan nizanibe, êrîşê tv û radyoyan kirin. Di zexta li ser kanala Zarok tv de jî tê dîtin ku ji pêşeroja zarokên me ditirsin. Ditirsin ku ev zarok bi çand û zimanê xwe mezin bibin." Xezneyê banga bilindkirina têkoşînê li hempîşeyên xwe kir û got ku ew ê li hember zilma dewleta Tirkiyeyê û hevkarên wan netewînin.

'Em ê şopdariya rêya heqîqetê bin'

Rojnamevana rojnemeya Ronahî yê Dîcle Elî jî da zanîn ku, hikûmeta AKP'ê dixwaze bi zextan pêşî li raghandinê bigre û wiha berdewam kir: "Dixwazin raghandinê di bin dagirkeriya xwe de bêdeng bikin. Em jî weke beşek ji ragihandina azad ya li pey heqîqetê, piştgiriya hevpîşeyên xwe li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê dikin û em ê şopdariya rêya heqîqetê bin."

'Çapemeniya azad bi vîna berxwedanê wê têbikoşe'

Rojnamegera Ajansa Nûçeyan ya Hawar Aljîn Hemo jî êrîşa li ser ragihandina azad wiha şîrov kir: "Di van êrîşan de hedef ew e ku gel bêdeng bibin. Bi taybet jî dengê gelê kurd dernekeve holê. Çapemeniya azad têdikoşe ku dengê azadiyê ya gelê kurd bigihîne cîhanê. Ev êrîş ne cara yekem e, ji destpêka xebatên ragihandina azad ve, rastê êrîşên giran hatiye. Lê qet planên dagirkeran pêk nehat. Ji ber helê kurd geleke berxwedêr e û xwedî îrade ye û dê çapemenya azad jî bi heman vînê têkoşîn bikê û li berxwe bide."

(en/rc)