Ji bo avakirna Şirnexê dê gel û şaredarî bi hev re bixebite

10:25

JINHA

ŞIRNEX - Ji bo gelê Şirnexê yê ku bi mehan e di konan de li ber xwe dide, Şaredariya şirnexê projeya avakirinê amade kir, lê walîtiyê “proje qebûl nekir “. Li ser vê Koordînasyona Şirnexê jî biryar da ku alavên ku pêdivî pê hebin li gel belav bike bi gel re malan ava bike.

Li dijî polîtîkayên AKP’ê yên şer û koçberkirinê, gelê Şirnexê yê li ber xwe dide, 218 rojin ku di konan de dijî. Dewleta ku li dijî konan derket vê carê jî destûrneda ku ji bo gel avahî bên çêkirin. Ji ber ku bi hatina zivistanê re jiyana di konan de zehmet dibe, Şaredariya Şiraxê ji bo çêkirina avahiyên nû serî li Walîtiya Şirnexê da. Wê walîtiyê projeya walîtiyê red kir û got, “Lêçûneke fuzûlî ye” Lê li dijî vê helwesta walî Şaredariya Şirnexe riyeke alternatîf hilbijart û biryar da ku alavên ji bo avakirinê pêwîst li gel belav bike.

‘Em ê bi hev re ava bikin’

Hevşaredara Dêrgulê Ozlem Kutlu bal kişand ser şert û mercên hewayê û wiha got: “Ev 7 meh e ku gelê me di van konan de li ber xwe dide. Lê ji ber şert û mecên zivistanê dê gelê me zahmetiyan bikişîne. Ji ber vê jî gelê li qada ku lê dimîne dê ji bo xwe xaniyan ava bike. Em ê jî pitgiriyê bidin gelê xwe.”

‘Ger ku pêwîst bike em ê jî bo avakirna wan xaniyan zend û bendan badin’

Ozlem diyar kir ku wan di serî de ji bo gel kampanyaya konan dabû destpêkirin lê bi hatina zivistanê re biryar dane ku ji bo gel xaniyan ava bikin û wiha berdewam kir: “ Me wekî Koordînasyona Şirnexê xwest ku ji kerpîçan malan xaniyan çêbikin, lê ji ber ku walîtiyê destûr neda me jî alternatîfeke din xist dewrê. Ji bo gelê me yê ku dixwaze ji bo xwe xaniyan ava bike em ê pitgiriya pêwîst bikin.”

‘Em ê neyên lîstika dewletê’

Ozem diayar kir ku dê neyên lîstika dewletê û axaftina we wiha bi dawî kir: “ Îro li Şirnexê dewleta ku zarokên me qetil kirin, niha jî dixwaze ku me û gelê me bîne hemberî hev. Le em bi salan e ku vê dibêjin ; em ê neyên lîstika dewletÊ

(aı/gc/mk)