YPJ jinan di warê parastinê de perwerde dike

10:58

JINHA

AMUDÊ - Hêzên Parastina Jinê (YPJ) ji bo jinan di warê parastina rewa de perwerde bikin, waneyên bikaranîna çek û parastinê didin endamên rêxistinên sivîl.

Di waneya parastinê ya de 3 jin ên endamên PYD'ê, 3 endamên ragihandinê û 7 jin ên xebatkarên şaredariyê û bêtirî 20 jinên di xebatên li gel Kongreya Star 40 kesên perwerdeya bikaranîna çek, dîtin. Fermandara YPJ'ê ya bajarê Amudê Uta Çiya diyar kir ku wan bêtirî 50 jin di warê bikaranîna çek û xalên sereke yên parastinê de perwerde kirin. Ji bo armanca perwerdeyê wiha axivi: "Jin cihê xwe di parastina welat û civakê de digire. Dive bikaribe parastina xwe ya rewa jî bike."

Jinan jî kêfxweşiya xwe ji fêrbûna waneya parastinê anîn ziman û spasiya şervanên YPJ'ê kirin.

(rh/en/zt)