YBŞ/YJŞ: Divê hêzên me bi fermî vexwînin operasona Musilê

11:55

JINHA

NANVENDA NÛÇEYAN - YBŞ/YJŞ: Di van rojan de ku operasyona Mûsilê dest pê dike, em li bendê de hikûmeta Iraqê têkoşîna me ya heyî fermî bike. Lewma em dixwazin hikûmeta navendî helwesta xwe zelal bike û bi awayekî fermî me vexwîne operasyonê.

Fermandariyên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê, li ser operasyona Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyan de hat gotin, "Di van rojan de ku nîqaşeke berfireh li ser operasyona Mûsilê tê kirin, mijara herî zêde li ser tê rawestîn, tevlîbûna hêzan a li vê operasyonê ye. Weke Yekîneyên Berxwedana Şengalê zêdeyî du sal in em bi rengekî çalak li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Şengal yek ji herêma herên herî girîng ên wîlayeta Mûsilê ye. Û hêza sereke ya vê herêmê diparêze, hêza me ye. Lewma operasyona li Mûsilê û pêkhateya rêveberiya piştî rizgarkirina Mûsilê were avakirin, me ji nêz ve eleqedar dike."

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê bi vî rengî dewam dikin:

"Komkujî û dagirkeriya li dijî gelê me, ji Mûsilê hat birêvebirin. Mirovên me li wir hatin kuştin, şewitandin û hê jî bi hezaran mirovên me li wir dîlgirtî ne. Hê jî gelek gelek êrîşên li dijî Şengalê li Mûsilê tên birêvebirin û êrîşkar ji wir tên. Wekî din, rêveberiya nû ya piştî rizgarkirina Mûsilê were avakirin, me ji nêz ve eleqedar dike. Li cihekî ku nakokiyên navbera gelan û mezheban lê zêde ye, sîstemeke rêveberiyê ya ku vîn, çand û baweriya civaka me ya Êzidî qebûl nake, wê ne demokratîk be û em ê jî sîstemeke ne demokratîk qebûl nekin. Mûsileke ku hêzên vîna gelê me temsîl nake tê de hebe, wê civaka me ya Êzidî temsîl neke. Eger sîstema li wê derê were avakirin, li ser bingeha xweşbîniya gelan, mezheban û baweriyan rewşekê nafirîne, ev yek wê herî zêde gefê li Êzidiyan bixwe. Êşên giran û tecrûbeyên me, hînî me kirine ku divê em çarenûsa xwe bi destê kesî ve bernedin. Ji ber vê yekê, wîlayeta Mûsilê ku Şengal jî bi ser ve ye, me ji nêz ve eleqedar dike.

Bi taybetî hebûna dewleta Tirk a li Mûsilê, nîşaneya komkujiyên nû ye li dijî gelê me. 65 ji 74 fermanên bi serê civaka me ve rabûne, ji aliyê Osmanî û dewleta Tirk ve hatine kirin. Û gelê me ev yek ti carî ji bîr nekiriye, wê ji bîr jî neke. Hebûna dewleta Tirk a li vê derê, hewldana ferman û dagirkeriyeke nû ye. Em ê vê dagirkeriyê bi ti awayî qebûl nekin.

Weke YBŞ û YJŞ'ê, rêxistin û hebûna me ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê qebûlkirin. Û zêdeyî du sal in, li wîlayeta Mûsilê em bi rengekî aktîf li dijî DAIŞ'ê têdikoşin. Di van rojan de ku operasyona Mûsilê dest pê dike, em li bendê de hikûmeta Iraqê têkoşîna me ya heyî fermî bike. Lewma em dixwazin hikûmeta navendî helwesta xwe zelal bike û bi awayekî fermî me vexwîne operasyonê."

(kom/zt)