Ji Zeyneba ku di destê Îranê de ye tu agahî tune ye

12:29

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Zeyneb Sekanvand Lokran a ku bi îdiaya hevjînê xwe yê li dijî wê şîdet bi kar dianî kuştiye ku di destê rejîma Îranê de girtiye tu agahî tune ye.

Zeynep Sekanvand Lokran di 15 saliya xwe de hat zewicandin û ji aliyê hevjînê xwe ve her roj rastî şîdetê û îstîsmara zayendî hat. Zeyneb ji bo ku dawî li vê îşkenceya li dijî wê tê bikaranîn bîne, xwest ku ji hevjînê xwe biqete. Lê hevjînê wê ev daxwaza wê jî red kir. Zeyneba ku niha li Îranê bi îdiaya hevjînê xwe kuştiye tê darizandin ji sibata 2012’an de girtiye. Zeynep a ku 20 rojî li navenda polîsan ma, li gorî agahiyên ku ji parêzerên wê hatin girtin hat aşkerakirin ku Zeynebê ji dozger re gotiye ku wê ji ber îşkenceya lê hatiye kirn kuştina hevjînê xwe qebûl kiriye û diyar kiriye ku ne wê tiyê wê yê ku li dijî wê êrîşa zayendî pêk aniye hevjînê wê kuştiye.

Axaftina Zeynep ji aliyê dozgeriyê ve nehat qebûlkirin temenê wê yê di binê 17 salî de jî li ber çavan nehat girtin. Zeyneba ku cezayê darvekirinê lê hat birîn di 13 cotmehê de hat aşkerakirn ku dê ji aliyê rejîma îranê ve bê darvekirin. Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Zeynep bang kir û http jî bi lînka; ://calakiya zû.org.tr/çalakî-kîte.php?q=251’ê ji bo Zeynebê kampanya da detstpêkirin.

Her wiha Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB), Kongra Jinên Azaad (KJA) û Meclisên Jînên Sosyalîst jî ji bo ku Zeynep neyê darvekirin û bê berdan bi daxuyaniyê ku dan banga serbestberdana Zeynebê kirin.

(gc/mk)