Li Antalyayê binçavkirin hatin protestokirin
12:52
JINHA
ANTALYA – Girseya ku di pêşengiya HDP’ê de li Antalyayê hat gel hev, binçavkirina 55 kesên siyasetmedar şermezar kir.
Li Antalyayê di 15’ê cotmehê de li dijî rêveberên HDP û nuçegîhanên DÎHA’yê operasyon pêk hatibû û di encama vê operasyonê de 55 kes hatibûn binçavkirin. Li dijî binçavkirinên ku hatin kirin di bin pêşengiya Rexistina Bajar a HDP’a Antalyayê de girseya ku li qada Attalosê hat gel hev pankarta ku li ser “Bila terora OHAL û binçavkirin bi dawî binin” li ser nivîsandî vekir û bi dirûşmên “Em ê bi berxedan bi ser kevin”, “Bijî Yekitiya Gelan” ku berz kirin binçavkirin na 55 siyasetmedaran şemezar kirin.
Ji Endamên Lijneya Rêvbirinê ya Bajar a Antalyayê Guney Bektaş daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “ Binçavkirnên ku di nav wan de parêzerên endamên ÇHD’ê jî hebûn ku ku pêk hatin dê me bêzar nekin. Me zilma 12’ê Îlonê û 12’ê Adarê dît û mê dîsa jî li ber xwe da.”
Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Antalyayê diyar kir ku heta kesên hatin binçavkirin ser best bên bardan jî dê her roj saet di 18: 30’an de li Qada Attolosê çalakiya rûniştinê pêk bînin.”
(bk/gc/mk)