Gultan Kişanak li dijî qeyûmê banga hevkariyê li UCLG’ê kir
14:12
JINHA
AMED – Gultan Kişanak di Civîna 5’emîn Bajarên Yekbûyî û Rêxistina Revberiyên Xwecihî ya Cîhanê (UCLG) de axivî û banga hevkariyê ji bo şaredariyên DBP’ê yên ku qeyûm tayînî wan hatin kirin kir.
Hevşaredara Şaredariyiya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li bajarê Kolombiya Bogotayê tevli Civîna lijneya Rêvberiyê ya 5’emîn Bajarên Yekbûyî û Rêxistina Revberiyên Xwecihî ya Cîhanê (UCLG) bû. Di civînê de ligel raporên xebatên cuda ku di civînê de hatin destgirtin, xebatên komîteya “Bajarên kirîz li wan tên jiyîn” di civînê de hatin nirxanidin.
Rapora Komîteyê ya der barê bajarên ku li Rojhilata Navîn ku bi hilweşîn û bi koçberiyê re rûbirû hatine histin ji aliyê, Dîrektora Gişî ya Yekitiya Şaredariyên Fransayê Bertrand Gallet ve hat pêşkêşkirin. Gultan Kişanak der barê raporê de mafê axaftinê girt û pirsgirêkên ku ji ber qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatine kirin ku derdikevin holê û yên demokrasiya xwecihî vegotin.
Gultan bi gotina “ez der barê pirsgirêkên li ser demokrasiya xwecihî li Tirkiyeyê tên jiyîn ji bo ku ji we re vebêjim de xwe berpirsiyar dibînim” dest bi axaftina xwe kir. Gultan diyar kir ku ew ji kesên ji Sûriye û Iraqê ku tên Amedê û tên bajarên herêma wan yên din re dibin alîkar û destnîşan kir ku hilweşînên ku li Amed û bajarên herêmên yên din pêk tên jî ji yên bajarên li welatên Rojhilata Navîn ne cûdatirin.
Gultan di axaftina xwe de diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re demokrasiya xwecihî hatiye derbkirn û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ UCLG Rêxistineke ku ji hemû hêlên cîhanê ve nûnerên Şaredaran û nûnerên hikûmetan ku xwe tê de tên temsîlkirin e. Em ji hêza demokrasiya xwecihî bawer in. Ji bo pêşketineke herdem divê ku rêveberiyên xwecihî behtir bên bihêzkirin. Em dibêjin ku divê navend bêhtir erkê bide rêvberiyên xwecihî. Lê em li cihê ku lê rêveberitiyê dikin bi krîzeke li ser demokrasiya xwecihî re rûbirû ne. Li 26 şaredariyên DBP’ê hevşaredar ji cihê xwe hatin kirin û li şûna wan brokrat hatin tayînkirin. Li gorî daxuyaniyên hikûmetê ji bo şaredariyên mayîn jî em bi pêvajoyeke bi vî rengî re rûbirû ne.”
Gultan diayar kir ku herî dawî Hevşaredara Nisêbînê jî ji ser kar hat girtin û bang li UCLG’ê kir ku ji bo demokrasiya xwecihî demek berî demekê bê tesîskirin banga hevkariyê kir.
(fk/mk)