Li Hesekê civîna jinan

14:36

JINHA

HESEKÊ – Ji bo rol û giringiya jinan di nava kar û xebatên MSD’ê de li Hesekê jin civiyan.

Jinên di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de cih digrin, ji bo rola jinê di Meclîsê de ji jinên bajarê Hesekê civînek lidarxistin. Di civîna ku endamên Meclîsê Îlham Omer û Newal El Miziyed birêvebirin, nîqaş li ser girîngiya MSD ji hêla jinê ve hate kirin. Di civînê de Îlham Omer xêrhatina hemû jinan kir û paşê girîngiya rola jinê di MSD jin û wateya Meclîsê ji bo Sûriyeya Demokratîk wiha anî ziman: "Em dixwazin girîngiya rêxistibûna jinan û pêşxistina civakê jî bi jinan bidin nasîn. Rêber Apo dibêje 'Dema jin rêya azadiya xwe nizanbe, ew civak azad nabe' em jî dixwazin rêya xwe ya ber bi azadiyê nîşan bidin."

Civîna jinan bi pirs û bersivan dawîbû.

(ls/en/zt)