ROJEVA 17'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Di Konfernasa Mzueyên Jinan a Navneteweyî de wê konseptên cuda tên nîqaşkirin. Ji Muzeya Jinan a Stenbolê Meral Akkentê got: "Me 10 muzeyên jinan yên k udi konseptên berfireh dixebitin tevlî kirin."

*Gelê Sûrê ku mala wan hat xerakirin û hemû alavên wan hatin talankirin, ji aliyê qeymeqamê Sûrê ve pereyê kirê dihat dayîn û hat hînbûn ku qeymeqam gotiye 'Xaniyê we saxleme' û pere biriye.

*Jin hatin cem hev û Orkestraya Jinan a Stenbolê ava kirin û bi derbaskirina sînoran dibin dengê jinan. di qada muzîkê ya mêr zêdene de Orkestraya Jinê dixwaze rengê jinê bide xuyakirin û ji sponsorên jin jî piştgiriyê dipên.

*Hunera zîvê savatî ya aydê ermeniyane li Navenda Jinan a Rojînê di atolyeya hatiye vekirin de bi destê jinê tê zindîkirin.

*Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê şûnde bi pêkanînên OHAL'ê re şîdeta li ser jinan zêde bû. jinan balkişand ser vê rewşê û gotin: "Pihînên di otubusan de tên avêtin, gotinên li dijî jinên şort û etek li xwe dikin û gelekên din ji ber OHAL'ê zêde bûne."

*Jinên ku di her qadê jiyanê de ked didin, bi kêfxweşiyek mezin dest bi çinîna pembûyan kirin.

*Zarokên êzidî yên ku ji qirkirina çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne, li çiyayê Şengalê di nav şert û mercên giran de dijîn. Cemîle Reşo diyar kir ku, ji ber ku derfetê wan kême hîna serjoyek ji bo zarokan nekarîne çêbikin û banga alîkariyê li rêxistina mafê mirovan kir.